Çand û huner

Li Şirnexê "Fuara Pirtûkan a Cizîrê ya di Şopa Cizîrê da bi Ruhê Biratiyê Sedsala Tirkiyeyê" kuta bû

Abidin Yel  | 01.12.2025 - Rojanekırın : 01.12.2025
Li Şirnexê "Fuara Pirtûkan a Cizîrê ya di Şopa Cizîrê da bi Ruhê Biratiyê Sedsala Tirkiyeyê" kuta bû Abidin Yel

Şırnak

Li Cizîra navçeya Şirnexê "Fuara Pirtûkan a Cizîrê ya di Şopa Cizîrê da bi Ruhê Biratiyê Sedsala Tirkiyeyê" ku bi beşdariya 120 weşanxane û gelek nivîskaran hat lidarxistin û tê da li ser 80 standî pirtûk hatin pêşandin, kuta bû.

Bi piştgiriya Midûriya Giştî ya Têkiliyên bi Civaka Sivîl ra ya Wezareta Karên Navxweyî û di hîmayeya Walîtiya Şirnexê da bi organîzatoriya Qaymeqamtiya Cizîrê fuar hat lidarxistin û fuarê di navbera 21-30 Mijdarê da li Kuçeya Huner û Hezkirinê mazûvaniya pirtûkhezan kir.

Di roja dawî ya fuara pirtûkan a ku rastî eleqeyê hat da bernameya hevpeyivînê ya Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirma hat lidarxistin.

Qaymeqamê Cizîrê Ahmet Vezîr Baycar di roja dawî ya fuarê da jî li standan geriya.

Baycar diyar kir ku fuarê 10 rojan kişand û bi bernameyeke newaze ya hevpeyivîna Sirma va kuta bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.