Çand û huner

Li Mûşê dest bi komkirina îsotên kapya kirin

Li Mûşê dest bi komkirina îsotên kapya yên ku Midûriyeta Çandinî û Daristanan ji bo piştgiriyê şitlên wan dabûn cotkaran kirin

Haydar Şahin   | 14.08.2019
Li Mûşê dest bi komkirina îsotên kapya kirin

Muş

Li Mûşê dest bi komkirina îsotên kapya yên ku Midûriyeta Çandinî û Daristanan ji bo piştgiriyê şitlên wan dabûn cotkaran kirin.

Zemzem Severa li Axaçlika gundê li ser navendê cotkariya îsotên kapya dike diyar kir ku hezar û 400 şitlên ji Midûriyeta Çandinî û Daristanan sitanbû li ser dolimek erdî çand.

Severê got tehma îsotên li Deşta Mûşê tên çandin ji ber taybetiya ax û hewayê zehf zêde ye, li bendê ye ku ji dolimek erdî 2 ton û 300 kîlo îsot kom bike.

Severê diyar kir ku kîloya îsotê bi 2,5 lireyî difroşe, şaxên bi destê Midûriyeta Çandinî û Daristanan hatin dayîn bûn dahateke girîng û ew ê hetanî dawiya mijdarê komkirina îsotan bidomîne.

Mehmet Çelîkê cotkar jî got ku 860 şitlên ji Midûriyeta Çandinî û Daristanan sitandibû li ser 2 dolim erdî çand, li bendê ye ku kêmzêde 3 ton îsot kom bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın