Çand û huner

Li Keleha Çavuştepeyê gorda jineke rêvebir ku bi xişr û zînet û du mohran va hatiye çalkirin, hat dîtin

Mesut Varol   | 08.09.2021
Li Keleha Çavuştepeyê gorda jineke rêvebir ku bi xişr û zînet û du mohran va hatiye çalkirin, hat dîtin

Van

 Li Wanê di Keleha Çavuştepeyê û qada nekropol da ku ji dewra Urartûyan mane, di xebatên kolandinê da gorda jineke ku li gor nirxandinê rêvebir e û bi xişr û zînet û du mohran va hatiye çalkirin, hat derxistin.

Sarduriyê 2yem ê Qralê Urartûyan Keleha Çavuştepeyê Beriya Mîladê di navbera salên 764-734an da daye çêkirin. Bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê di keleh û qada nekropol a ku dikeve bakurê kelehê da xebatên kolandinê tên kirin û der barê arkeolojiya Urartuyan da agahiyên girîng hatin bidestxistin.

Bi serokatiya Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fekulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu ekîbeke ku ji 25 kesan pêk tê û di nav da antropolog, arkeolog, plansazê bajarvaniyê, dîroknasê hunerê û restorator hene, xebatên kolandinê dimeşin û di xebatan da gorda jineke ku li gor nirxandinê di dewra Urartûyan da rêvebir e, hat dîtin.

Li gor tesbîtê jinik bi xişr û zînetên xwe yên nexşandî û du mohran va hatiye çalkirin, ji bo ku hem emrê jinikê û hem taybetiyên wê yên din werin tesbîtkirin, li ser îskeleta wê tedqîqat dan destpêkirin.

Prof. Dr. Çavuşoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku wan li qada vedanê berî niha çend rojan gordek dît û tê da kesekî ku bi 4 hesp, dewar û kûçikê xwe va hatibû çalkirin, hat tesbîtkirin.

Çavuşoglu daxuyand ku ew her roj li ser qadê rastî jêmayiyan tên û wiha dewam kir, "Me piştî ku îskelet hilda, di binî tiştekî cuda hebû. Me gorda jinekî dît. Bi xişr û zînetên xwe va hatiye çalkirin. Wextê ku me derdora wê vekir, me dît ku serê wê tuneye. Tunebûna serê wê dibe ku ji ber baweriyeke dînî an jî pêdivya rîtuelekê be. Em wisa texmîn dikin ku serê jinikê birine cihekî pîroztir."

Çavuşoglu daxuyand ku li ser îskeletê ew rastî du mohrên ku di karên fermî da tên xebitandin, hatin û wiha got:

"Di nav xişr û zînetan da du mohrên ku seba me giring in, hene. Ji van mohran yek jê ji bronzê yek jî ji mermerê avê hatiye çêkirin. Berê kesên ku rêvebir û bazirgan bûn, mohr bi xwe ra digerandin. Li vê derê hebûna her du mohran pir giring e. Li ser mohrekê dara jiyanê hatiye neqişandin û fîgurên cuda hene, li ser mohra din jî resma şêr heye û di binî da jî demxe heye. Me tesbît kir ku temenê îskeletê aîdê jineke 40-50 salî ye. Di gerdaniyê da taybetiyên klasîk ên Urartûyan heye. Ji bo wê dewrê xişr û zînetên pir bi qîmet hene. Di nav van da xişreke ku ji dircê hatiye çêkirin heye, ev tenê li Behra Spî heye. Dibe ku bi rêya bazirganiyê an jî wekî sparîşeke taybet hatibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın