Çand û huner

Li gundê xwe yê ji terorê hatiye paqijkirin dêrê çêdikin

Li Beytuşebaba navçeya Şirnexê li gundê Cevîzagaciyê Dêra Mor Yuhanon ya ku di nav demê da xirab bûbû, ji nû va tê çêkirin

11.07.2019
Li gundê xwe yê ji terorê hatiye paqijkirin dêrê çêdikin

Şırnak

Li Beytuşşebaba navçeya Şirnexê li gundê Cevîzagaciyê Dêra Mor Yuhanon ya ku di nav demê da xirab bûbû, ji nû va tê çêkirin.

Ji ber terora salên 1990î Keldaniyên li gundê Cevîzagaciyê dijîn terka gundê xwe kirin. Di sala 2001an da bi projeya "Vegera Gund" 8 malbat bi piştgiriya dewletê vegeriyan gundên xwe.

Keldaniyên li gund dijîn niha hewl didin Dêra Mor Yuhanonê ya ku berê tê da îbadet dikirin temîr bikin.

Hemwelatiyê wan Çelebî Yaramişê li Ewropayê dijî ji bo nûkirina dêrê pereyên hewce dike wê bişîne û ew ê bê çêkirin.

- 8 malbat dijî

Metîn Yaramişê mixtarê gundê Cevîzagaciyê ji nûçegihanê AAyê ra bi Tirkî û Kurdî daxuyand di salên 90î da li gund 45 malbat dijiyan, lê wan terka gund kir.

Yaramiş got 8 malbat zivirîn, havînê jî nêzîkî 100 eqrebayên wan ji Ewropayê tên gund û wiha axivî: "Her kes ji ber çêkirina dêrê pir kêfxweş bû. Gelê me û dewleta me piştgirî da. Yên di înşaeta dêrê da dixebitin birayên me yên Misilman in. Li vir cudakarî tune. Navbera me baş e."

- "Em kêfxweş in ku dêra li gund tê çêkirin"

Zarîfe Yaramişa her sal havînê ji Belçîkayê tê gund jî wiha axivî: "Dema ez têm gund pir kêfxweş dibim, zarokên min jî vê derê hez dikin. Cînarên me jî pir baş in. Em kêfxweş in ku dêra li gund tê çêkirin. Em ê bi rehetî li wir îbadeta xwe bikin."

- "Me berê îbadetên xwe li malê dikir, dêr tunebû"

Ciwanê gund Aydin Yaramiş jî got li Ewropayê jiyan zor e, lê jiyana gund xweş e.

Yaramiş got ew di sala 2001an da zivirîne gund û wiha dewam kir: "Dewletê rêya me çê kir, alîkariya me dike. Me berê îbadetên xwe li malê dikir, dêr tunebû. Em dixwazin di nav gund da dibistanek jî bê çêkirin. Li vir êdî aramî heye, bûyerên wek berê tune ne. Heke wiha dewam bike, ewê ji Ewropayê jî baştir bibe. Yên li Ewropayê ne xeyala hatina vir dikin. Êdî her derê eskerê me, gundparêzê me hene ku 24 saetan nobedê digrin."

Cemîl Acarê li gundê cînar dijî got navera wan û Xrîstyanan ji berê va baş e ew kêfxweş e ku dêra wan wê bê çêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın