Çand û huner

Li Gazîentabê mozaîkên li baxçeyê malekê hatin dîtin tên barkirin

Zekeriye Şimşek   | 08.07.2021
Li Gazîentabê mozaîkên li baxçeyê malekê hatin dîtin tên barkirin

Gaziantep

 Li Islahiyeya navçeya Gazîentabê mozaîkên li baxçeyê malekê hatin dîtin û tê nirxandin ku ji sedsala 4an a piştî mîladê mane bi teknîkeke taybet va barî Muzeya Mozaîkan a Zeugmayê dikin.

Li navçeyê mozaîkên di sala 2019an da li baxçeyê malekê hatin dîtin û tê nirxandin ku ji sedala 4an a piştî mîladê mane bi destê ekîbên Midûriyeta Bajêr a Çand û Turîzmê hatin parastin.

Pisporan li ser 170 qeremêtro erdî qasî salekê xebat meşandin û mozaîkên li ser wan dîmenên nêçîrê, merivên destbişûr û resmên heywanan hene derxistin holê.

Piştî temamkirina xebatan biryar hat dayîn ku her yekê wan 1,5 mêtroyî bi tevahî wekî 98 parçeyên mozaîkê bar bikin.

Ozgur Çomakê Midûrê Mûzeya Gazîentabê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku xebatên barkirinê ew ê di nav 2 rojan da werin temamkirin.

Çomak got ew ê di dema herî nêz da mozaîkan li salona pêşandana amûrên heyama Bîzansê ya Mûzeya Mozaîkan a Zeugmayê nîşan bidin, di mozaîkên ku li ser wan dîmenên nêçîrê hatine nexşandin da resmên nebatan jî hene û ya girîng jî ew e ku resmên rezan û komkirina tiriyan hatiye nîşandan.

Çomak der barê mozaîkên dîrokî da agahî da û wiha pê da çû: "Tê dîtin ku di heyama antîk da li vê derê gel bi rezan û nêçîrê debara xwe kiriye. Dibe ku ev dera koşka nêçîrê jî be. Ji ber vê di mozaîkan da nîşandana motîfên rêzan gelekî girîng e. Bi taybetî mozaîka ji heyama Bîzansê ya sedsala 4an maye saxlem e. Ya herî girîng jî ew e ku bi kevirên rengîn, cam û kevirên tebiî hatine çêkirin. Mozaîkên sêparsû jî hene."

Ayşe Ebru Çorbaciya Wekîla Midûrê Herêmê yê Restoransyon û Konservasyonê jî diyar kir ku dema mozaîk parçe kirin fîgur xirab nekirin tam hîştin û ew ê li gor fîguran parçeyan bar bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın