Necmettin Karaca
20 Hezîran 2026•Rojanekirin: 20 Hezîran 2026
Li Erdîşa navçeya Wanê avahiyên dîrokî ji bo restorasyonê tên amadekirin.
Qaymeqamê Tuşbayê Musa Goktaş, Qaymeqamê Erdîşê Murat Karaloglu û Rêveberê Lijneya Herêmê ya Parastina Hebûnên Çandî ya Wanê Necmettîn Bayhan li avahiyên dîrokî yên navçeyê geriyan.
Heyeta navborî li Kumbeta Qadem Paşa Xatûn û Goristana Selçûqiyan a ku xebatên restorasyonê bi hemahengiya Waliyê Wanê û Wekîlserokê Şaredariya Bajarê Mezin Ozan Balcî lê berdewam e, geriyan û ji rayedaran agahî sitandin.
Qaymeqam Karaloglu ji endamên çapemeniyê ra anî ziman ku Erdîş xwedîyê dîrokeke giring a şaristaniyê ye ku dîroka wê vedigere bi hezaran salên berê.
Karaloglu destnîşan kir ku parastin, nûjenkirin û veguhestina avahiyên dîrokî yên navçeyê bo nifşên siberojê di nav pêşaniyên wan da ne û got, "Di vê çarçoveyê da, me li Medreseya Osmanî ya Heyderbegê, Pireya Heyderbegê, Tirba Heyder Baba û Kela Erdîşê lêkolîn kirin."