Çand û huner

"Kosiyên bixêz" Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê şên kir

Midûrê Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê ya Îdirê Mete Turkoglu:"Kosiyê bixêz ji bo herêma Îdirê cureyeke taybet e. Kosiyê bixêz axlêbe masî û kişokan dixwe û ciyên biavî dijî"

Fatih Gazioğlu   | 23.08.2019
"Kosiyên bixêz" Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê şên kir

Iğdır

Kosiyên bixêz yên ku li Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê dijîn ji turîstan eleqeyeke mezin dibînin.

Der barê kosîyên bixêz yên li herêma Rojhilat Anadoluyê lîteraturê da tu qeyd tune. Kosiyên bixêz di encama xebatên Midûriyeta Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê ya Îdirê hatin tespîtkirin.

Li gor lêkolînan cureyê kosiyên bixêz yên ku li Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê dijîn "Hazer" e.

- "Me ev cure di lîteraturê da qeyd kir"

Midûrê Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê ya Îdirê Mete Turkoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan li herêmê 3 cureyên kosiyan tespît kirine û wiha got:"Berê li cureyên tobaga û kosiyê bixal jî dijiyan. Kosiyê bixêz ji bo herêma Îdirê cureyekî taybet e. Kosiyê bixêz axlêbe masî û kişokan dixwe û ciyên biavî dijî. Ev kosî belkî berê jî li vir dijiyan, lê ji ber ku xebatên akademîk kêm bûn nehatine qeydkirin. Li gelek ciyên parka neteweyî kosiyên bixêz dijîn. Me ev cure niha di lîteraturê da qeyd kir."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın