Çand û huner

Kalderaya Nemrûdê wê li ser Şaxa Jeoparkê ya Kurewî ya UNESCOyê bê zêdekirin

Kalderaya Nemrûdê ya ku ji hêla bi golên germ û sar, şikeftên cemedê, dûkelkêş, cisnên çivîkan û xweşikahiya siruştî va dewlemend e wê bi dinyayê bê nasandin

Şener Toktaş   | 19.07.2021
Kalderaya Nemrûdê wê li ser Şaxa Jeoparkê ya Kurewî ya UNESCOyê bê zêdekirin

Bitlis

Ji bo ku Kalderaya Nemrûdê ya li Tetwana navçeya Bdtlîsê her sal mazûvaniya bi hezaran turîstên herêmî û biyanî dike û bilindahiya wê 2 hezar û 250 mêtro ye di nav Şaxa Jeoparkê ya Kurewî ya UNESCOyê da cih bigire xebat dewam dikin.

Kalderaya Nemrûdê wê li ser Şaxa Jeoparkê ya Kurewî ya UNESCOyê bê zêdekirin

Kalderaya Nemrûdê ya ku ji hêla bi golên germ û sar, şikeftên cemedê, dûkelkêş, cisnên çivîkan û xweşikahiya siruştî va dewlemend e wê bi dinyayê bê nasandin ( Şener Toktaş - Anadolu Agency )

Zanîngeha Bidlîs Erenê (BEU) 5 sal berê projeke bi navê "Qada Jeoparkê ya Potansiyel ya Bidlîs Nemrûd-Sîpanê" dabû destpêkirin.

Di vê çarçoveyê da akademîsyenên Zanîngeha Bidlîs Erenê û Hîndekarê Beşa Endezyariya Jeolojiyê ya Fakulteya Enderzyariyê ya Cerrahpaşayê ya Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Yildirim Gungor li dora Gola Nemrûdê lêkolînan dikin.

Akademîsyen li herêma ku ji hêla bi golên germ û sar, şikeftên cemedê, dûkelkêş, cisnên çivîkan û xweşikahiya siruştî va dewlemend e dixebitin, li ser kevir, ax, nebat û jeomorfolojiya herêmê lêkolînan dikin.

Piştî xebatên wan qediya ji bo ku Kalderaya Nemrûdê di nav Şaxa Jeoparkê ya Kurewî ya UNESCOyê da cih bigire serlêdan wê bê kirin.

Heke proje bê pesendkirin ev herêma turîstîk wê ji hêla dinyayê va zêdetir bê nasîn.

19.07.2021

Kalderaya Nemrûdê wê li ser Şaxa Jeoparkê ya Kurewî ya UNESCOyê bê zêdekirin

- " Em dixwazin di sala 2022yan da serî li UNESCOyê bidin"

Rektorê BEUyê Prof. Dr. Necmettîn Elmastaş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Kalderaya Nemrûdê û dora wê xebatên zanistî tên kirin.

Elmastaş got piştî xebatên zanistî qediyan ji bo ku Nemrûd bibe jeopark divê hin qad bên avakirin û wiha axivî: "Bi projeyeke nû va bêyî ku rewşa siruştî bê xerabkirin divê hin rê, şiverê û qadên jeosît bên diyarkirin. Dema ew biqedin wê serî li UNESCOyê bê dayîn. Em dixwazin di sala 2022yan da serî li UNESCOyê bidin. Sala 2023yan heger problem çênebe UNESCO dê vir kontrol bike û dê wê demê hilde lîsteyê. Heger bikeve lîsteyê di asta navneteweyî da dê unwana jeoparqekê werbigire. Li Tirkiyeyê vê gavê yekane nimûneya jeoparqê, Jeoparqa Kulayê ye. Heger em vê xebatê bibin serî, Kalderaya Nemrûdê dê bibe jeoparqa duyem a welêt. Ev yek jî di warê turîzma jeoparqê da dê bibe serkêşa pêşvaçûnê. Ji welatên din, ger Tirkiyeyê nas nekin jî, însan dê li lîsteya jeoparqan a UNESCOyê binihêrin, dê rabin û welatên welatê me, dîtina jeoparqa Kulayê û ya Nemrûdê."

Elmastaş bal kişand ku li Kalderaya Nemrûdê ya ku bi teqîna volkanîk çêbûye, digel golên ava sar û germ, ciyên jeosîtê, dûkêşkên buxarê, şikefta sar, obsîdyen hene û her wiha herêm dê warê jeolojîk û jeomorfolojîk da ciyekî pir biqîmet e û ji hêla zanistî va jî ciyek e ku balê dikişîne.

Elmastaş diyar kir ku di çarçoveya projeya sepanê da ji bo têkneçûna xwezaya deverê, ciyên cîbicîkirina pêwîstiyên însanan divê li biniya kalderayê bên çêkirin û wiha got, "Hemû unsûrên li Nemrûdê tên lêkolînkirin. Kevir, xwelî, nebat, fauna çi heye çi tune hemû ahengekê pêk tînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın