Çand û huner

Ji Tirkiyeyê 2 berhemên çandî yên din jî ketin Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê

Ahmet Sertan Usul   | 30.04.2021
Ji Tirkiyeyê 2 berhemên çandî yên din jî ketin Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê

Ankara

 Ji Tirkiyeyê 2 berhemên çandî yên din jî ketin Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê û hejmara berhemên ji Tirkiyeyê ku di sala 2020î da 83 bûn derketin 85an.

Li gor daxuyaniya ku Wezareta Çand û Turîzmê weşand Bajarê Dîrokî ya Kemaliyeya Erzincanê, Derdorê Mîdyada Mêrdînê (Tur Abdîn) Antîka Dereng û Dêr-Perestgehên Serdema Navîn jî li Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê hatin zêdekirin.

- Bajarê Dîrokî yê Kemaliyeyê

Navçeya Kemaliyeyê ji ber cihê xwe di dîrokê da li ser Rêya Hevrîşim û Kerwanan cî girtiye û bi wekhevî û mîmarî û malên xwe yên resen va balê dikişîne.

Geliyê Tarî yê li Kemaliyeyê ku li rûyê dinyayê di nav 5 geliyên herî kûr da cî digire jî balê dikişîne. Lewra gelî him bi çêbûna xwe ya jeolijîk û him jî bi rêya xwe ya ku kevir qewartine û qasî 7 kîlometre dirêj e û tê da 38 serdab hene û ew li rûyê dinyayê di nav Rêyên Herî Bitalûke da cî digire.

Li Geliyê Dîliyê yê 4-5 kîlomêtre dûrî navenda bajêr jî rêçên Tirkan tên dîtin. Daneyên di xebatên li ser dax û petroglîfan da hatin bidestxistin ji bo dîroka çanda Tirkan gelekî girîng in.

- Dorberê Midyadê (Tur Abdîn) Dêr û Manastirên Berê

Li herêma Tur Abdînê mînakên mîmariya manastirên di heyamên Xiristiyaniyê yên ewil da hatibûn avakirin tên dîtin, li herêmê mîmariyeke Ortodoksên Siryanî derketiye holê.

Tur Abdîn herêmeke wisa ye ku ji kevirê kirêcê pêk tê, li herêmê kêm û zêde 80 gund û 70 manastirên ji heyamên cuda hene û ev jî çandeke bêhempa ye. Dêr û manastirên ji bo namzediya bi rêz hatin bijartin jî wiha ne: Dêra Mor Sobo, Dêra Meryem Anayê, Manastira Dêrazaferanê, Manastira Mor Gabrîelê, Manastira Mor Abaiyê, Manstira Mor Lozor, Manastina Mor Yeqûb, Dêra Mor Quryaqos û Dêra Mor Azozo.

Hin saziyên ji sedsala 6 û 8an mane û taybetiyên wan ên hevpar hene jî îmkanên didin ku çanda herêmê fehm bikin. Li der û dorê rêzên tiriyan, darên zeytûn û behîvan dîmenên xweşik derdikevin holê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın