Çand û huner

Ji kadraja sînemavanên zarok "Vîzontele" di sînemayan da ye

Vîzonteleya fîlma Yilmaz Erdogan a ku Dibistana Sînemayê ya Zarokan piştî 19 salan ji nû va kişand hat nîşandan

Elif Orhan   | 11.06.2019
Ji kadraja sînemavanên zarok "Vîzontele" di sînemayan da ye

Ankara

Vîzonteleya fîlma Yilmaz Erdogan a ku Dibistana Sînemayê ya Zarokan piştî 19 salan ji nû va kişand hat nîşandan.

Digel 33 zarokên di fîlmê da peywirdar bûn xwendekar û mamosteyên Dibistana Gokturkê, ji çêkerên Dibistana Sînemayê ya Zarokan Esra Ozge Akturk, lîstikvan Emre Turanli, kesên ji alema sînema û perwerdeyê û çêkerê fîlma "Muslum" Nurî Yildirim jî beşdarî galaya ku li hêwana sînemayê ya navendeke dan û sitandinê hat kirin bûn.

Yilmaz Erdogan ji bo galayê dîmena dîtbarî şand hezkirên sînemayê yên biçûk û destnîşan kir ku karê ku xwendekaran kir gelekî watedar e û got ku "Jîriya zarokan bûye yek û piştî 19 salan dîsa ji çav û qabiliyeta we hat bal hev û ev tişteke nuwaze ye." Erdogan qal kir wisa bawer dike ku dê zarok bixwe jî fîlmekê bikşînin.

- Di warê sînemayê da 6 eh perwerde sitandin

Lîstikvan Emre Turanli bi perwerdeyên ku li Dibistana Sînemayê ya Zarokan a ku 3 sal berê dan destpêkirin li dinyaya ku dijîtal dibe zarokên ku bersivên gelekî zelal didin di warê sînemayê da jî karên gelekî girîng kirin. Turanli qal kir ku 33 zarokên ku di Vîzonteleyê da cî girtin hem lîstikvanî kirin hem jî li pişt kamereyê peywir hildan ser xwe.

Çêker Akturkê jî got ku di van demên dawîn da eleqeya zarokan a ji bo çapemeniya civakî zêde bûye û ji bo ku televîzyon û sînemayê hînê zarokan bikin û li gor eleqeya wan perwerdeyê bidin wan Dibistana Sînemayê ya Zarokan ava kirin û di nav 6 mehan da di 8 branşan da perwerde dan zarokan.

Akturkê got ku "Di çarçoveya Festîvala Sînemavanên Zarok a ku Roja Sînemavanên Dinyayê da dest pê kir da galaya me ya ewil a di çarçoveya Festîvala Sînemavanên Zarok da ji bo Vîzonteleyê hat çêkirin. 5 fîlmên din ên ku sînemavanên zarok kişandin dê bên nîşandan."

- Sînemavanên biçûk qala serpêhatiyên xwe kirin

Duru Ela Tuncata ku rola "Sîtî Ana" lîst qal kir dema fîlm kişandin demên gelekî xweş derbas kirin û wiha axivî: "Me gelekî dersên senaryo, lîstikvanî, montajê sitandin."

Merîç Kayabaşiyê ku rola "Delî Emîn" lîstjî diyar kir ku ji perwerdeya sînemayê gelekî tişt hîn bûn û dê ji niha pê va jî vîdeoyan bikşîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın