Çand û huner

Ji bo keşifkirina berhemên nû li Karahantepeyê xebat didome

Eşber Ayaydın   | 23.06.2022
Ji bo keşifkirina berhemên nû li Karahantepeyê xebat didome

Şanlıurfa

Li Karahantepeya di nav sînorên Xelîliyeya navçeya Rihayê ye da cî digire û wek qada sît a arkeolojîk tescîl kiriye di vê heyamê da jî ji bo dîtina ber û berhemên nû wê xebat dewam bike.

Serokê Vekolanê Wargeha Karahantepeyê Prof. Dr. Necmî Karul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku di çarçoveya projeya Girên Kevir da wan 3 sal berê dest bi vekolandinê kir û berhemên ji heyama neolîtîk yên ji qadê derketin him li welêt û him jî li dervayî welêt gelek deng vedan û bal kişandin.

Karul destnîşan kir ku bi paqijkirinê va wan di heyama nû da dest bi xebatê kirin û wekî berê li herêmê wê bi berfirehî vekolanê dewam bikin û wiha domand: "Piştî eyda Qurbanê li vê derê wê vekolan awayek berfireh dewam bike. Di xebatên îsal da ewilî em ê berê xwe bidin kompleksa ku sala par hat keşifkirin û li der û dorên wê jî deverên bi armanca taybet hatine avakirin hebûn. Em ê îsal ewilî bal û xebata xwe bidin ser wan deveran."

Xebata vekolanê ya îsal a li Karahantepeya ku ji heyama neolîtîkê gelek berheman li ser xwe dihewîne bi tevirê Waliyê Şanliurfayê Salih Ayhan dest pê kir.

Walî Ayhan der heqê vekolanê da agahî hilda û dîroka Rihayê bi bîr xist û got ku ev der gelek tiştan li ser xwe dihewîne û wiha domand: "Heyama havîna 2022an me vekolana ewil kir. Li bajêr 13 deverên lê vekolan dewam dike hene. Sala par ji ber şewbê piçekî bi derengî ket lê îsal wê xebat baş bimeşin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın