Çand û huner

Girê Mirazan digel sînordarkirinên Kovîd-19ê par 567 hezar û 453 ziyaretvan ezimand

Müslüm Etgü   | 14.01.2022
Girê Mirazan digel sînordarkirinên Kovîd-19ê par 567 hezar û 453 ziyaretvan ezimand

Şanlıurfa

 Girê Mirazan ê li Rihayê ku wekî "destpêka dîrokê" tê qebûlkirin û di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digre par digel girtîbûna pênc mehan 567 hezar û 453 ziyaretvan ezimand.

Girê Miraza yê ku di sala 2018an da ji bo turîzmê hat vekirin bi hezaran turîstên xwemalî û biyanî diezimîne.

Di sala 2018an da ji ber kar û xebatan qismekî wargehê girtî bû û digel vê yekê 70 hezar kesî ew der ziyaret kiribû. Lê piştî ku kar û barên temîrat û parastinê qediyan û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî sala 2019an wek sala "Girê Mirazan" îlan kiribû û li ser vê eleqeya ser herêmê zêdetir bûbû.

Di sala 2019an da 412 hezar û 378 kesî Girê Mirazan ziyaret kiribûn.

Dihat payîn ku wê di sala 2020î da hejmara ziyaretvanan zêde bibe lê ji ber sînordarkirinên şewba Kovîd-19ê 197 hezar û 912 kes hatin serdanê.

Di sala 2021ê da jî wargeha Girê Mirazan ji ber sînordarkirinên şewba Kovîd-19ê qasî 5 mehan girtî bû lê di nav 7 mehên mayî da jî 567 hezar û 453 kesan Girê Mirazan ziyaret kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın