Çand û huner

Fuara Xwarinên Herêmî û Gurmeyan ya Mezopotamyayê ya 5emîn dest pê kir

Ahmet Kaplan, Murat Başal  | 15.11.2023 - Rojanekırın : 24.11.2023
Fuara Xwarinên Herêmî û Gurmeyan ya Mezopotamyayê ya 5emîn dest pê kir

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê Fuara Xwarinên Herêmî û Gurmeyan ya Mezopotamyayê ya 5emîn deriyên xwe ji mêvanan ra vekir.

Fuar bi hevkariya Walîtiya Diyarbekirê, Şaredariya Bajarê Mezin, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, Yekîtiya Odeyên Esnaf û Zinaetkaran, Borseya Bazirganiyê, Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê, Midûriya Herêma Pîşesaziyê ya Organîze, Zanîngeha Dîcleyê, Konfederasyona Aşpêj û Pastaçêkeran û KOSGEBê va hat lidarxistin.

Ji 57 bajaran 168 şirket beşdarî fuarê bûn û Erzirom jî wek mêvanê rûmetê di fuarê da cî digire.

Serokê Lijneya Rêvebiriya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Mehmet Kaya di destpêka vekirina fuarê da got par 257 hezar kes hatine ziyareta fuarê, lê îsal ew bendê ne ku 400 hezar ziyaretvan bên fuarê.

Kaya anî ziman ku di fuarê da pêşbirk, çalakî, nasandina berheman û gelek tişt hene û wiha axivî: "Wek Diyarbekir, em bi bajarên me yên derûdorê yên wek Mêrdîn, Şanliurfa û Batmanê va van xebatan dikin û em ê bikin jî. Em ê fuarên hevpar û yên herêmî li dar bixin."

Serokê Borseya Bazirganiyê ya Erziromê Hakan Oral jî got wan wek bajarê Erziromê 54 ber û berhem daye tescîlkirin û bi beşdariya fuarê va ew hewl didin çanda Tirkan bidin nasîn.

Serokê Lijneya Rêvebiriya Koma ALZyê Cîhat Alagoz jî got fuar her sal hê berfirehtir tê lidarxistin, ew ber û berheman li çar aliyê Tirkiyeyê didin nasîn.

Fuar wê heta 19ê Mijdarê vekirî bimîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın