Mesut Varol, Necmettin Karaca
11 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2026
"Festîvala Rêya Çandê ya Tirkiyeyê" ya 10an ku ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê va tê lidarxistin, li Wanê dest pê kir.
Cîgirê Wezîrê Çand û Tûrîzmê Nadir Alpaslan li Muzexaneya Wanê di merasima vekirinê da axivî.
Nadir Alpaslan diyar kir ku ew serbilind in ku Festîvala Rêya Çandê li Wanê ku 10emîn Festîvalên Rêya Çanda Tirkiyeyê ye, li vê herêma kevnar ku şopa bêhejmar şaristaniyan li xwe digire û xwedî mîrateyeke çandî ya bi qasî 7 hezar salî ye, dest pê dike.
Alpaslan bi bîr xist ku Festîvalên Rêya Çandê ya Tirkiyeyê yên ku di sala 2021ê da li herêmek û bajarekî dest pê kiribûn, niha li 7 herêm û 26 bajaran têne lidarxistin û got ku ev festîval veguheriye marqeyeke çand û hunerê ya asta cîhanî.
Wekî beşek ji festîvala ku cara sêyemîn e li bajêr tê lidarxistin, di navbera 11 û 19ê Tîrmehê da wê konser, pêşangeh, lîstikên şanoyê, gotûbêj û çalakiyên ji bo zarokan pêk werin.