Behçet Alkan
31 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2026
"Festîvala Balonan ya Kapadokyayê" ku îsal li Nevşehirê cara heftemîn tê lidarxistin, bi beşdariya balonên bi fîgurên cuda yên ji Tirkiye û welatên din, dest pê kir.
30 balonên hewaya germ yên bi fîgurên cuda ji Amerîka, Fransa, Îngilistan, Belçîka, Hollandayê, Brezîlya, Slovakya, Awisturya û Polonyayê û herwiha ji Tirkiyeyê, beşdarî festîvalê bûn ku ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê va hatibû organîzekirin.
Balonên bi fîgurên cuda yên ku li qada festîvalê ya li bajaroka Goremeyê ji bo firînê amade bûn, bala geştiyarên navxweyî û navneteweyî kişandin.
Ev balonên ku bi fîgurên cihêreng, wekî dil, kund, çêlikê mirîşkan, gur, werdek, tûtî, ahtapot, rokêt, goga dinyayê û palyaço hatibûn sêwirandin, li ser newalên ku "kevirên cinan" lê hene, firînên pêşandanê pêk anîn.
Festîval wê roja 2yê Tebaxê bi dawî bibe.