Çand û huner

Fîlma "Keştiya Nûh Cûdî" ku li Şirnexê hatiye kişandin wê cara ewil di TRT 1ê da bê nîşandan

Salih Şeref   | 22.07.2021
Fîlma "Keştiya Nûh Cûdî" ku li Şirnexê hatiye kişandin wê cara ewil di TRT 1ê da bê nîşandan

Istanbul

Fîlma "Keştiya Nûh Cûdî" ku li Şirnexê hatiye kişandin sibê di saet 20:00an da wê cara ewil di TRT 1ê da bê nîşandan.

Di fîlmê ku çêkerê wê ji Uskudar Yapimê Bulent Durgun e da Robertê profesorê Amerîkayî ji bona wezîfeyeke veşartî dişînin Şirnexê û tevî Marya asîstana xwe ya arkeolog li keştiya Nûh digerin, dilê Maryê dikeve Alî û bûyer dest pê dikin.

Di fîlmê da wek lîstikvan Metîn Yildiz, Oktay Gursoy û Esîn Kaya cî digirin.

Fîlma ku komedî û macera tê da heye fîlma yekemîn yê dirêj e ku li ser Şirnexê ye û li wir hatiye kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın