Çand û huner

Fîlma "Keştiya Nûh Cûdî" ku li Şirnexê hatiye kişandin wê îro bê nîşandan

Suat Öztürk   | 23.07.2021
Fîlma "Keştiya Nûh Cûdî" ku li Şirnexê hatiye kişandin wê îro bê nîşandan

Elazig

 Fîlma "Keştiya Nûh Cûdî" ku li Şirnexê hatiye kişandin îro di saet 20:00an da wê cara ewil di TRT 1ê da bê nîşandan.

Fîlmê ku komedî û macera tê da heye fîlma yekemîn yê dirêj e ku li ser Şirnexê ye û li wir hatiye kişandin.

Di fîlmê ku çêkerê wê Bulent Durgun e da Robertê profesorê Amerîkayî ji bona wezîfeyeke veşartî dişînin Şirnexê û tevî Marya asîstana xwe ya arkeolog li keştiya Nûh digerin, lê dilê Maryê dikeve Aliyê Şirnexî û bûyer dest pê dikin.

Hin dîmenên fîlm li Çiyayê Cûdiyê hatine kişandin.

Di fîlmê da wek lîstikvan Metîn Yildiz, Oktay Gursoy û Esîn Kaya cî digirin.

Ji lîstikvanan Fatîh Dogan der barê kişandina fîlm û Şirnexê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Dogan diyar kir gava li Elezîza welatê xwe bûye par teklîfa fîlm jê ra hatiye û got ku çêker Bulent Durgun teklîf li min kir û piştî kêfa min ji senaryoyê ra hat min qebûl kir.

Fatîh Dogan destnîşan kir di fîlmê da karakterê "Cemîl" dilîze û bi karakterê "Alî" ra heval e û wiha axivî, "Du ciwanên Şirnexî der barê heyatê da xeyalên wan hene. Di fîlmê da bûyerên komîk û ecêb tên serê wan. Fîlm li Şirnexê derbas dibe. Du biyanî ji Amerîkayê tên Şirnexê. Alî, Cemîl, xelkê herêmê û şaredar nas dikin û bûyer dest pê dikin. Ez hêvî dikim ku temaşevan wê hez bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın