Çand û huner

Çerkes dixwazin bi zimanê wan qanala têlevîzyonê were vekirin

Serokê Giştî yê Foruma Çerkesên Tirkiyeyê Muammer Akgul:"Em dixwazin qanala Çerkezî ya TRTyê vebe"

Önder Beyter   | 12.11.2019
Çerkes dixwazin bi zimanê wan qanala têlevîzyonê were vekirin

Istanbul

 Serokê Giştî yê Foruma Çerkesên Tirkiyeyê Muammer Akgul ragihand ku wan ji TRTyê xwest ku qanaleke ku bi Çerkezî weşanê dike, veke.

Akgul di daxuyaniya xwe da diyar kir ku wekî Çerkes ew dixwazin qanaleke têlevîzyonê bibînin ku bi zimanê wan weşanê dike da ku çand û edetên wan neyê jibîrkirin û nifşên nû fêr bibin.

Akgul diyar kir ku ji bo vê yekê jî pêwîstiya wan bi qanalekê heye û ew herwiha ew li bendê ne ku berpirsê weşana qamûyê TRT vê gavê biavêje û wiha dewam kir:

"Em dixwazin qanala Çerkezî ya TRTyê vebe. Wezareta Çand û Turîzmê û Wezareta Perwerdeya Neteweyî dikarin li bajarên ku Çerkes lê dijîn, di rêveberiyên herêmî da pêşengiya damezirandina şaxên ji bo parastina ziman û nasnameya me bike. Herwiha di vê çarçoveyê da ew yek jî pêkan e ku mezûnên beşên Çerkezî yên zanîngehan, di dezgehên hîndekariya navînî û Navendên Perwerdeya Gel da bên îstixdamkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın