Behçet Alkan
01 Tebax 2026•Rojanekirin: 01 Tebax 2026
Li Goremeya bajaroka Nevşehirê, "Festîvala Balonan a Kapadokyayê" ku îsal 7emîna wê li dar dikeve, balonên hewaya germ ên bi fîgur li asîmanên Kapadokyayê firiyan.
Festîval ji hêla Wezareta Çand û Geştiyariyê va tê lidarxistin û balonên bi fîgur ên ku ji bilî Tirkiyeyê, ji DYA, Fransa, Îngiltere, Belcîka, Hollanda, Brezîlya, Slovakya, Awistirya û Polonyayê hatin anîn û her wiha balonên hewaya germ ên ku xizmetên geştê pêşkêşî geştiyarên herêmê dikin, ji aliyê rayedaran va ji bo firînê hatin amadekirin.
Geştiyarên xwecihî û biyanî yên ku hatin qada festîvalê, di nav balonên bi şiklê balîna, dil, bilbil, çêlik, gur, qaz, çûk, extepot, roket, gerdûn û masiyan da kêf kirin.
Piştî amadekariyan, balonên hewaya germ ên bi şiklê taybet yek bi yek ber bi esman va bilind bûn û nêzîkî saetekê li ser geliyên di ser kevirê cinan ra çûn û hatin.
Geştyarên ku ji bo temaşekirina balonên hewaya germ hatin herêmê, li ser rêya Goreme-Avanosê qerebalixiya trafîkê ya dirêj çêkirin.
Qerebalixiya trafîk û peyayan a li derdora qada festîvalê ji hewayê va hat kişandin.
Çalakî dê sibê bi firîneke xwenîşandanê li dora geliyên Kiliçlar û Gulludere yên li bajarokê Goremeyê bi dawî bibe.