Çand û huner

Bagerê biçûk ê ji hêla mûzîkê va xwedî qabiliyeteke mezin e konsera xwe ya ewil da

Li Mûşê Bager Çalişçiyê 7 salî yê ku çavên wî nabînin, lê guhên wî dikarin hemû dengên xwezayê bike notayên muzîkê konserek da

Türkan Tosun   | 11.06.2019
Bagerê biçûk ê ji hêla mûzîkê va xwedî qabiliyeteke mezin e konsera xwe ya ewil da

Muş

Bager Çalişçiyê xwedî qabiliyeteke mezin e ku dikare hemû dengên xwezayê bike notayên muzîkê li Mûşê konsera xwe ya ewil pêşberî zarokan da.

Çavên Bager Çalişçi (7) nabînin, lê qabiliyeteke wî heye ku guhên wî pir baş dibihîzin, ji vê qabiliyetê ra dibêjin "absolut" (bêqisûr).

Mamosteyê muzîkê Caner Keser jî wek Bager nabîne, lê gelekî hewl dide xwendekarê wî Bager ji hêla muzîkê va pêşva here û xeyala wî ya konserê pêk bê.

Keser û malbata Çalişçi hewleke mezin dan ku ew bibe xwedî piyanoyekî.

Bi saya wan piyanoyek gihîşte gundê Agartiya 55 kîlomêtro dûrî navenda Mûşê ya ku Çalişçi lê dijî.

Çalişçi li qada gund bi piyanoya xwe va muzîka klasîk konserek da zarokên gund.

- "Ew di dinyaya xwe ya muzîkê da dijî"

Mehmet Çalişciyê bavê Bager Çalişçi ji rojnamevanan ra daxuyand xeyala Bager pêk hatiye û spasiya mamosteyan kir.

Çalişçi got xeyalên kurê wî mezin in û wiha axivî: "Bager dixwaze piyanîst Fazil Sayê ku li dinyayê navdar e nas bike û ji bo vê jî dixwaze here konsera wî. Kurê min dikare hemû dengên xwezayê bike nota. Bi saya piyanoyeke ku xêrxazekî şand va qasî salekê ye xwe pêşva dibe. Ji ber ku çavên wî nabînin muzîk ji bo wî her tişt e. Wek zarokên di li derva nagere, nalîze. Jiyana wî û çavên wî piyano ye. Di dinyaya xwe ya muzîkê da dijî. Ji bo ku Bager bibe piyansîtekî profesyonel divê perwerdeya muzîkê bibîne, lewra li Mûşê ji vê hêlê va em tengasiyê dikşînin."

- "Divê ew ji kesên pispor perwerdeyê hilde"

Mamosteyê muzîkê Caner Keser jî got malbata Bager ew anîne navenda hunerê û wan wisa hevdu nas kiriye.

Keser got wî vîdeoyeke Bager kişandiye û ji mamosteyên xwe yên zanîngehê ra şandiye û wiha dewam kir: "Mamosteyên me gotin Bager ji hêla muzîkê va xwedî qabiliyeteke bêhempa ye. Saleke ez çiqas derfetê bibînim alîkariya wî dikim ku ew piyanoyê pêşva bibe. Di perwerdeyê da em têra wî nakin, divê ew ji kesên pispor perwerdeyê hilde. Divê ew perwerdeya konservatuvarê ya nîvheyamî bibîne."

Mamosteyê Dibistana Seretayî ya Agartiyê Sînan Ozcan jî anî ziman Bager xwestiye li gund konserekî bide û wan jî vê xeyala wî pêk aniye.

Ozcan wiha axivî: "Me piyanoya wî anî gund û xwest ku ew konserê bide. Xwendekar jî pir kêfxweş bûn. Keliyeke pir xweş bû. Ev der gund e. Ji aliyekî va dengê muzîka klasîk, aliyê din va jî dengê berxan dihat."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın