Aborî

Tirkiyeyê di çaryeka ewil a salê da fistiqê Entabê îxracî 80 welatî kir

Eşber Ayaydın  | 15.04.2021 - Rojanekırın : 17.04.2021
Tirkiyeyê di çaryeka ewil a salê da fistiqê Entabê îxracî 80 welatî kir Eşber Ayaydın - AA

Şanlıurfa

Li Tirkiyeyê di 3 mehên ewil ên salê da bi bihayê 36 milyon û 845 hezar dolarî fistiqê Entabê îxracî 80 welatî kirin.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji daneyên Yekîtiyên Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAÎB) berhev kir, di sala 2020î da bi bihayê 90 milyon û 471 hezar dolarî fistiqê Entabê hat îxrackirin.

Di 3 mehên ewil ên sala par da ji fistiqê Entabê 21 milyon û 288 hezar dolar dahat hatibû qezenckirin û di heman heyama îsal da îxracat ji sedî 73 zêde bû û bi bihayê 36 milyon û 845 hezar dolarî fistiqê Entabê îxracî 80 welatî kirin.

Di çaryeka ewil a salê da 3 hezar û 394 ton fistiqê Entabê îxracî 80 welatên di nav da Hollanda, Cezayir, Malezya, Japonya, Fas, Uman, Dubaî, Belçika, Îspanya, Awistirya û Rûsya hene kirin.

Di îxracat fistiqê Entabê da bi 661 hezar tonî va Îtalyayê di rêza ewil da cî girt. Piştî Îtalyayê 629 hezar ton îxracî Almanyayê û 254 hezar ton jî îxracî Îsraîlê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın