Aborî

Tirimbêlên Şirketa Teslayê îsal wê bên piyasaya Tirkiyeyê

Rêvebirê Payebilind ê şirketa Teslayê (CEO) Elon Musk: "Îsal em ê Teslayê bidin pîyasaya Tirkiyeyê jî"

Fatih Gazioğlu  | 11.05.2018 - Rojanekırın : 12.05.2018
Tirimbêlên Şirketa Teslayê îsal wê bên piyasaya Tirkiyeyê

New York

NEW YORK

Şirketa Teslayê ya li Amerîkayê tirimbêlên biceyran çêdike wê îsal bikeve bazara Tirkiyeyê.

Rêveberê Payebilind ê Şirketa Teslayê (CEO) Elon Musk li ser hesabê xwe daxuyaniyek da û wiha got: "Îsal em ê Teslayê bidin piyasaya Tirkiyeyê jî. Ez ji welatê we gelekî hezdikim û dema ketina bazara Tirkiyeyê ez jî li wê derê bim."

Şirketa Teslayê ji meha sibatê vir va qasî 300 hezar tirimbêlên biceyran çêkirin.

Tirimbêla şirketê ya herî populer Model S bû. Model S di sala 2015 û 2016an de ji 200 hezaran zêde hatibû firotin.

Şirketê di sala 2015an meha îlonê tirimbêleke SUVê ya bi navê Model Xê û dîsa di sala 2017an meha tîrmehê jî tirimbêla Model 3yê dabû piyasayê.

Şirketê par jî bi navê Tesla Semiyê kamyoneke biceyran ya ewil dabû piyasayê.

Li Tirkiyeyê jimara kesên ku tirimbêlên biceyran bi kar tînin herî zêde di navbera sed û yan dusedî de ye.

Li Tirkiyeyê bona tirimbêlên biceyran pirsgirêka herî mezin kêmasiya nebûna îstasyonên şarjkirinê û xizmeta servîsê ye.

Pispor dibêjin eger jimara tirimbêlên biceyran zêde bibe, li Tirkiyeyê wê çaxê eleqeya li petrolê tê nîşandan dibe ku kêm bibe.

Li gor rapora Ajansa Vejenê ya Navneteweyî (IEA) ya ku di sala 2017an hatibû weşandin, di sala 2016an li dinyayê ji 750 hezaran zêdetir tirimbêlên biceyran hatin firotin.

Li gor raporê li ser dinyayê jimara tirimbêlên biceyran yên ku tên bikaranîn ji 2 milyonan derbas bû.

Li gor rapora Ajans Vejenê ya Navneteweyî jimara tirimbêlên biceyran di sala 2020an wê di navbera 9 û 20 milyonan de be.

Li gor texmînan ev reqem wê di sala 2025an jî bigihê 40 û 70 milyon tirimbêlan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın