Aborî

Hilberînerê perçeyên ceyranê yê Japon Kaga beşeke girîng a hilberîna xwe vediguhezîne Tirkiyeyê

Zeynep Çetinkaya  | 27.12.2021 - Rojanekırın : 28.12.2021
Hilberînerê perçeyên ceyranê yê Japon Kaga beşeke girîng a hilberîna xwe vediguhezîne Tirkiyeyê

Ankara

Li gorî nûçeya Nikkei Asiayê, Kaga Electronicsa ku vêga li Tirkiyeyê perçeyên klîmayê çêdike, dê fabrîqeyeke nû ava bike, qartên dewreyê yên çapkirî hilberîne û li gorî daxwaza mişteriyan dê perçeyan li ser van monte bike.

Tê pêşbînîkirin, tesîsa nû sala 2022yan bikeve fealiyetê û digel tesîsa heyî bibe yek.

Kaga dixwaze sûdê ji ciyê stratejîk ê Tirkiyeyê werbigire, hejmara sîparîşên xwe yên ji Rojhilata Navîn û Ewropayê zêdetir bike.

Li gorî çavkaniyên şîrketê, veberhênana navborî dê bigihîje bi milyonan dolarî û qapasîteya hilberînê gav bi gav dê were zêdekirin.

Kagayê berê qartên dewreyê li Asyayê hildiberand û montaja wê jî li ciyên nêzîkî mişteriyan pêk dianî. Ji ber dijwariyên di veguhestina deryayî û zincîra tedarîkê ya li Asyayê da mişteriyan ji şîrketê xwestibû ku hilberîn û montajê di bin sîwanekê da bike yek, maweya radestkirinê jî nêzîktir bike.

- Şîrket dixwaze reqamên firotinê derxe 3 qatan

Reqama firotinê ya Kagayê ya ji operasyonên Tirkiyeyê bi qasî 8,7 milyon dolarî ye, îja şîrket dixwaze vê di nava sê û çar salan da derxe 3 qatan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın