Merve Özlem Çakır
13 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2022
Endeksa hilberîna pîşesaziyê di mijdara 2021î da ji sedî 3,3 zêde bû, li gor salê jî ji sedî 11,4 zêde bû.
Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) encamên endeksa hilberîna pîşesaziyê ya mijdara par eşkere kirin.
Li gor vê di mijdara 2021î da hilberîna pîşesaziyê li gor heman meha 2020î ji sedî 11,4 zêde bû.
Dema sektorên binî yên li pîşesaziyê mêze dikin jî sektora ocaxa keviran û madenê li gor heman meha pêrar ji sedî 7,5, sektora pîşesziya îmalatê ji sedî 12,5, hilberîna ceyran, xaz û hilmê û sektora belavkirinê ji sedî 4 zêde bûye.
Endeksa hilberîna pîşesaziyê ya safîkirî jî li gor salê ji sedî 14,66 zêde bû.