Aborî

"Em ê Turksat 5Ayê di meha Kanûnê da û 5Byê jî di nîvê ewil ya sala 2021an da bişînin fezayê"

Nihat Kavşut  | 19.11.2020 - Rojanekırın : 20.11.2020
"Em ê Turksat 5Ayê di meha Kanûnê da û 5Byê jî di nîvê ewil ya sala 2021an da bişînin fezayê"

TBMM

 Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu, "Em ê Turksat 5Ayê di meha Kanûnê da û 5Byê jî di nîvê ewil ya sala 2021an da bişînin fezayê."

Karaîsmaîloglu li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê der barê budçeya 2021an ya Wezareta Gihandin û Binesaziyê û saziyên eleqedar da pêşkêşî kir.

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Karaîsmaîloglu destnîşan kir ku para veberhênanê ya rêhesinê ku di sala 2020î da ji sedî 47 bû di sala 2023yan da wê ji sedî 60 be.

Karaîsmaîloglu diyar kir ji ber ku him çavkaniyên beşerî û him jî çavkaniyên madî baş hatine emilandin tenê di sala 2019an da bi 13,4 milyar dolarî teserûf kirine.

Adil Karaîsmaîloglu got ku di guzergeha Korîdora Navîn-BTKyê da salane wê 1500 blok trên bişixulin û mesafeya di navbera Çîn û Tirkiyeyê ku 12 roj e em ê daxin 10 rojan.

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu destnîşan kir wê dema seyahetê ya di navbera Enqere û Îzmirê da ku bi trênê 14 saet e daxin 3 saet 30 deqîqeyan.

Karaîsmaîloglu got ku em ê peyka Turksat 5Ayê di meha Kanûnê da û ya 5Byê jî di nîvê ewil ya sala 2021an da bişînin fezayê.

Adil Karaîsmaîloglu diyar kir dirêjiya otobanê ku hezar û 714 kîlomêtro bû derxistine 3 hezar û 325an û got ku hedefa me ew e ku dirêjiya otobanê derxin 8 hezar û 187 kîlomêtroyî.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.