Aborî

Bankayên navendî yên Tirkiye û Qeterê dest bi hevkariyê kirin

Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyeyê digel Bankaya Navendî ya Qeterê li Dohayê bi merasîmekê Peymana Taqasa Pereyan (Swap) ya dualî îmza kir.

Ahmet Aydın  | 20.08.2018 - Rojanekırın : 21.08.2018
Bankayên navendî yên Tirkiye û Qeterê dest bi hevkariyê kirin

Ankara

ANKARA

Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyeyê digel Bankaya Navendî ya Qeterê li Dohayê bi merasîmekê Peymana Taqasa Pereyan (Swap) ya dualî îmza kir.

Li gorî zanyariyên ku ji Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyeyê hatin wergirtin gava yekemîn a sepandina pakêta veberhênana 15 milyar dolarî ya ku biryar e Qeter li Tirkiyeyê bike, hat avêtin.

Di navbera Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyeyê û Bankaya Navendî ya Qeterê de bi mebesta geşepêdana hevkariya dualî Peymana Taqasa Pereyan hat îmzakirin.

Peyman ji aliyê Serokê Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyeyê Murat Çetinkaya û Serokê Bankaya Navendî ya Qeterê Abdullah Bin Saud Al-Thanî ve hat îmzakirin. Merasîm li navenda giştî ya Bankaya Navendî ya Qeterê hat lidarxistin û ji herdu welatan rayedar beşdar bûn.

Bi peymana navborî armanc ew e ku bazirganiya di navbera herdu welatan de ya ku bi pereyên xwe dikin asan bibe. Herwiha piştevaniya îstiqrara darayî jî di nava armancan de ye.

Tê çaverêkirin ku di çarçoveya peymanê de di asta ewil de çavkaniya ku bi kar bînin hevberî 3 milyar dolar be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.