Aborî

Tûfrengiyên ji Meletiyê tên îxrackirin tehma devê welatiyên Ewropa û Amerîkayê xweş dike

Li Meletiyê di qada nêzî 650 dekarî da tûfrengî hat danîn û 750 ton jî tûfrengî jê hat helanîn.

Orhan Yoldaş   | 10.09.2021
Tûfrengiyên ji Meletiyê tên îxrackirin tehma devê welatiyên Ewropa û Amerîkayê xweş dike

Malatya

 Li Meletiya ku ji sedî 85ê çîra hişkirî ya dinyayê jê tê tmînkirin karsaz Omer Memur bi piştevaniya Saziya Piştgiriya Pêşvexistina Çandinî û Gundewariyê (TKDK) va febrîqe ava kir û tûfrengiyên li wê derê diqerisînin dişîna welatên Ewropa û Amerîkayê.

Li bajêr bi armanca ku bila berên cotkar diajon û dahata qezenc dikin zêde bibe tûfrengî hatin danîn.

Karsaz û muteşebbîs Omer Memur bi piştevaniya TKDKê va sala par fabrîqeya qerisandinê ya sewze û fêkiyan ku niha 150 xebatkarên wê hene vekir.

Memur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan demeke dirêj îxrackirina çîrên hişkirî kirin û di salên dawîn da jî dest bi îxrackirina berên qerisandî kirin û wiha domand: "Li Meletiyê qasî 100 donim zeviya min a lê tûfrengî hatiye ajotin heye. Ev nêzî 20 salane em tûfrengiyan îxrac dikin. Em nêzî 15-20 tonî îxrac dikin. Me li Meletiyê fabrîqeya sewze û fêkî tê da tên qerisandin çêkir. Cotkarên li Meletiyê dikarin tûfrengiyan biajon û jê pere jî qezenc bikin."

Der heqê karê tûfrengiyan da jî Memûr gagahî da û got: "Li herêma Ege, Marmara û Behra Spî ji donimê nêzî 5-6 ton tûfrengî tê helanîn. Tona wê 10 hezare."

Serokê Borseya Bazirganiya Meletiyê Ramazan Ozcan jî got ku li bajêr di salên dawîn da di qada çandiniyê da gavên girîng hatin avêtin û wiha domand: "Tûfrengî her ku diçe zêdetir tê ajotin. Niha li Meletiyê li 650 dekarî tûfrengî tê danîn û 750 ton jî tûfrengî hat helanîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın