Aborî

Li Wanê ji bo vekirina 22 fabrîqeyan merasima vekirinê û xîmavêtinê hat lidarxistin

Mesut Varol, Emre Ilıkan   | 03.07.2022
Li Wanê ji bo vekirina 22 fabrîqeyan merasima vekirinê û xîmavêtinê hat lidarxistin

Van

 Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank daxuyand ku Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu dibêje veberhênan nayên kirin, lê li çar aliyê Tirkiyeyê veberhênan wek tavê dibiriqin û wiha got: "Ji bo dîtinê çav lazim e, fêmkirin lazim e, lê mixabin ev hişmendî di hevalên me da tune."

Varank ji bo beşdarî vekirina Çalakiya Çavdêriyê ya Esman bibe piştî Diyarbekirê hate Wanê.

Wezîr Varank beşdarî merasima vekirina giştî ya 4 projeyan û temelavêtina hin fabrîqeyan bû.

Di merasima li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê da Varank got bajêr ji hêla aboriyê va ji aliyekê va pêşva diçe, ji aliyekê va jî pêşketina zanist û teknolojiyê ya ji bo ciwanan pêk tê.

Varank got ew naxwazin herêm êdî bi teror, êş û rondikan va bê bibîranîn, ew dixwazin herêm bi feza û asîmanê va bê bibîranîn û ji bo wê jî ewê veberhênanan bikin û nehêlin rêxistinên terorê û alîgirên wan îstismarê bikin.

Varank wiha axivî: "Em ê li bajêr veberhênanên gelek girîng bikin. Bawer bikin em gelek veberhênanên biqîmet pêşkeşî xizmeta we dikin. Bi bihayên rojane em behsa projeyeke 840 milyon lîreyî dikin. Bi piştgiriya Wezareta me em ê li Wanê vekirina 4 projeyan pêk bînin. Bi van projeyan va li Wanê binesaziya OSByê wê xurt bibe û miteşebisî pêşva here. Ya duyem jî di qada tekstîl û kincan da em ê 18 veberhênanên qada taybet bidin destpêkirin. Ev hemû hevdu temam dikin û ji bo pêşketinê ne."

Wezîr Varank got Wan ji di nav da li 1p bajaran heta îro 134 projeyên bihayê wan 3,3 milyar lire ye ketine rewacê û niha li bajêr di 23 fabrîqeyan da ji 3 hezarî zêdetir kes dixebitin.

- "Em ê 20 hezar ciwanê xwe îstihdam bikin"

Varank got bi bihayê rojane 40 milyar lire ji bo veberhênana projeyê hat xerckirin û wiha dewam kir: "

"Me binesaziya herêmê seba veberdêran amade kir. Hûn bawer bikin ku ev der jî di demeke kin da tije bû. Ji îro pê va hema bêje temamiya parselên sanayiya herêmê seba vêberdêran hatin texsîskirin. Em tenê binesaziyê çênakin. Em li herêmê 6 avahiyên fabirqeyê çêdikin û van deran jî pêşkêşî xizmeta veberdêran dikin. Me ev avahî bi Wezareta Ciwanî û Sporê ra di çarçoveya Bernameya Ciwan Xebatkar û Hilberîner da çêkirin. Me ev bername par da destpêkirin û li 36 bajaran em bi tevahî 175 avahiyên fabirqeyê çêdikin. Em ê van avahiyên xwe yên fabirqeyê seba sektorên kedkar ên wek tekstîlê texsîs bikin û di van avahiyan da em ê 70 hezar ciwanên xwe têxin kar. Digel vê derê me li Gevaş û Muradiyeyê jî her yekî fabirqeyek çêkir û kuta kir. Ev hemû fabirqe seba fîrmayên tekstîlê yên xurt hatin texsîskirin."

Varank daxuyand, bi fabirqeyên ku wê werin avakirin va hem zêdetir meriv wê têkevin kar hem jî wê piştgiriyeke mezin bidin hilberîn û îxracata bajêr, di vê çarçoveyê da li gor daxwazên fîrmayan wan xîmê 10 fabirqeyan avêt.

Varank daxuyand ku wan seba bajarên herêmê bernameyeke piştgiriyê amade kir û wiha dewam kir, "Bi rêya Ajansa me ya Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê me seba fîrmayên ku di hin sektoran da keda wan zêde ye, bernameyeke piştgiriyê ya nû amade kir. Di çarçiveya bernameyê da me seba veberhênanên fîrmayan em ê heta 5 milyon lireyî piştgiriya krediya bê faîz bidin. Serlêdanên bernameyê wê piştî Eyda Qurbanê dest pê bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.