Aborî

Xerckirina vejenê li seranserê dinyayê ji sedî 2,9 zêde bû

Li dinyayê xerckirina vejenê par li gor salek berê ji sedî 2,9 zede bû û ev teqabûlî 1,3 milyar ton neft dike.

Türkan Tosun   | 12.06.2019
Xerckirina vejenê li seranserê dinyayê ji sedî 2,9 zêde bû

Ankara

Li dinyayê xerckirina vejenê par li gor salek berê ji sedî 2,9 zede bû û ev teqabûlî 1,3 milyar ton neft dike.

Li gor Rapora Dîmena Îstatîstîka Vejenê ya Dinyayê ya 2019an a Brîtîsh Petroleumê xerckirina vejenê her ku diçe zêde dibe, lê ji sala 2010an vir va herî zêde par evqas zêde bû.

Di xerckirina vejena kurewî da li gor rêzê Çîn, Amerîka û Hindistan di serî da tên.

Li gor raporê Çîn 18 salan li ser hevdu bû xwedî piyasaya vejenê ya ku salê herî zêde mezin dibe.

Li Çînê xerckirina vejenê par li gor salek berê ji sedî 4,3 zede bû ku teqabûlê 3,2 milyar ton neftê dike. Di heman heyamê da xerckirina vejenê li Amerîkayê teqabûlî 2,3 milyar ton neftê kir, li Hindistanê jî teqabilê 809 milyon ton neftê kir.

Bi vî awayî xerckirina vejenê par li gor salek berê ji sedî 2,9 zede bû û teqabûlî 1,3 milyar ton neft dike.

- Herî zêde di xaza siruştî da zêdebûn çêbû

Li dinyayê di nav çavkaniyên vejenê yên ku herî zêde hatin xerckirin da xaza siruştî serî dikşîne.

Di xerckirina xaza siruştî ya kurewî da rêje par li gor salek berê ji sedî 5,3 zede bû ev ku teqabûlî 3,3 milyar ton neftê dike. Herî zêde Çîn, Rojhilata Navîn û Ewropayê xaza siruştî xerc kir.

Di heman heyamê da li dinyayê xerckirina komirê jî ji sedî 1,4 zêde bû û teqabûlî 3,7 milyar ton neftê kir. Di nav 10 salan da li dinyayê herî zêde di sala 2018an da komir hat xerckirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın