Aborî

Wezîr Varank: Teleba sektora reel a ji bo veberhênanê ji sedî 21 zêde bû

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Varank got, "Teleba sektora reel a ji bo veberhênanê li gorî heman serdema par ji sedî 21 zêde bû, ji bo veberhênana 159 milyar lireyî me 8 hezar û 396 belgeyên teşwîqê amade kirin."

Önder Beyter  | 16.11.2020 - Rojanekırın : 17.11.2020
Wezîr Varank: Teleba sektora reel a ji bo veberhênanê ji sedî 21 zêde bû

TBMM

Di Komîsyona Plan û Budceyê ya Meclisê da gotûbêjên li ser budceya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ya sala 2021an dest pê kirin.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank di Komîsyona Plan û Budceyê ya Meclisê da budceya Wezaretê ya sala 2021an pêşkêş kir.

Wezîr Varank di pêşkêşiya xwe ya li vê derê da wiha got, "Teleba sektora reel a ji bo veberhênanê li gorî heman serdema par ji sedî 21 zêde bû, ji bo veberhênana 159 milyar lireyî me 8 hezar û 396 belgeyên teşwîqê amade kirin."

"Wezaretên berpirsên aboriyê bi kordînasyoneke bihêz dixebitin"

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Varank ji bo xebatên xurtkirina aboriyê jî wiha got, "Hemû wezaretên berpirsên aboriyê bi kordînasyoneke bihêz û ruhê ekîbê va dixebitin. Ji îro pê va li herêmên pîşesaziyê înşeata 3 hezar û 978 tesîsan dewam dike. Di 2021an da em ê projeyên 16 HPO û 5 sîteyên pîşesaziyê temam bikin. Me di çarçoveya metrolojiya qanûnî da çavdêrî û kontrola piyaseyê ya milyonek û 200 hezar alavên pîvanê, di çarçoveya ewlehiya berhemê da jî ya 20 hezar berhemî kir."

Varank li ser qanûna ji bo verastkirina deynan û teşwîqa îstixdamê jî wiha got, "Di vê çarçoveyê da em 34 milyon lire deynên KOSGEBê jinûva verast dikin."

Xwebatên dijî Kovîd-19ê

Wezîr Varank der heqê xebatên ku di warê têkoşîna dijî Kovîd-19ê da tên kirin jî wiha axivî, "Zanyarên di Platforma TUBÎTAK KOVÎD-19ê da bi ceribînên heywanan selimand ku molekula Ribavirinê di tedawiya nexweşiyê da xwedî bandor e. Zanyarên me di ceribînên pêş klînîkê da selimand bandora molekula Griffithsinê a astengkirina enfeksiyonê û belavbûna wê di nexweşan da heye."

Xebatên pîşesaziya fezayê

Varank der heq xebatên di warê pîşesaziya fezayê da jî wiha got, "Em ê di pîşesaziya fezayê da ekosîstemeke mîna ya di pîşesaziya parastinê da çêkin û em ê wê yekê bikin ku bi sedan fîrmayên me di vê qadê da jî bibin hilberîner."

"Kîta Kontrolê ya Hessas ji bo bikaranîna operasyonel amade ye"

Varank bal kişand ku HGK-83 Kîta Kontrolê ya Hessas ji bo bikaranîna operasyonel amade ye û wiha got, "Me dest bi testên sertifîkasyona ser balafiran a fuzeyên hewa-hewa yên Bozdogan-Gokdoganê kir."

Wezîr Varank her wisa ev yek jî li gotinên xwe zêde kir, "Em dixwazin welatê xwe di teknolojiyên wekî biyoteknolojî, hesabkirina kuantumê, reaktorên nukleerê yên nifşa nû da bikin pêşeng."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.