Aborî

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Varank: Di dilê serokomarê me da derbas dibe ku astronoteke jin here fezayê

Nihat Kavşut   | 10.02.2021
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Varank: Di dilê serokomarê me da derbas dibe ku astronoteke jin here fezayê

Ankara

 Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, "Di dilê serokomarê me da derbas dibe ku astronoteke jin here fezayê. Em ê hewl bidin ku welatiyê me yê herî maqûl li wir wezîfeya xwe bi cî bîne."

Varankê bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê Bernameya Fezayê ya Neteweyî da axivî.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Varank diyar kir Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê wê qabiliyeta welêt ya heyî hê zêde bike û got ku bernameyeke wisa hat amadekirin ku wê di warê aboriya fezayê da welêt bike dereke girîng.

Varank der barê şandina astronotê ji Tirkiyeyê da destnîşan kir di dilê serokomarê me da derbas dibe ku astronoteke jin here fezayê û got em ê hewl bidin ku welatiyê me yê herî maqûl li wir wezîfeya xwe bi cî bîne.

Mustafa Varank ji bona Bernameya Fezayê ya Neteweyî destnîşan kir tenê bi meriv û pereyan ev kar nabe û wiha axivî, "Xwedîlêderketina siyasî ya herî payebilind karên bi vî rengî hêsan dike."

Varank got ku bi Bernameya Fezayê ya Neteweyî em ê him Tirkiyeyê di warê hilberînê da bikin welatekî biqîmet û him jî welatiyên xwe serfiraz bikin û wiha pê da çû, "Teknolojiyên ku em ê çêkin wê him di dîrokçeya fezayê da cî bigirin û him jî di warê aboriya fezayê da dê bibin hêzeke zehf girîng."

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Varank der barê hevkariya di warê fezayê da diyar kir bi 3 dewletan ra peyman îmze kirine û got ku peymanên bi Pakistan û Azerbeycanê ra amade ne û hatine asta îmzekirinê.

Mustafa Varank li ser pirsa der barê monolîtê li Girê Mirazan hat dîtin da got henekeke xweş bû ku kelecana Bernameya Fezayê ya Neteweyî zêde kir.

Varank der barê çêkirina aşiyên xwemalî da wiha axivî, "Niha 3 aşiyên me yên ku wê ceribandinên li ser însanan dest pê bikin hene. Ev aşiyên li ser bingeha înaktîf, VLP û adenovîrusê ne. Ez ji bona ceribandinê dildar im, jixwe min qeyda xwe çêkiriye. Ez dixwazim bangî hemû Tirkiyeyê jî bikim."

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Varank li ser pirsa der barê xebatên Ugur Şahîn yên li ser pençeşêrê da wiha peyivî, "Dixwaze li Tirkiyeyê der barê pençeşêrê da lêkolînan bike. Ji bona avakirina navendekê hevdîtinên bi me ra didomin. Me pêşniyaza xwe ya ji bona hilberîna muşterek lê kir. Em ê kêfxweş bibin ku bê Tirkiyeyê û ji navenda wî ra mazûvaniyê bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.