Aborî

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Varank: Di dilê serokomarê me da derbas dibe ku astronoteke jin here fezayê

Türkan Tosun   | 10.02.2021
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Varank: Di dilê serokomarê me da derbas dibe ku astronoteke jin here fezayê

Ankara

 Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA)ye.

 Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank: "Di dilê serokomarê me da derbas dibe ku astronoteke jin here fezayê. Em ê hewl bidin ku welatiyê me yê herî maqûl li wir wezîfeya xwe bi cî bîne."

"Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê wê qabiliyeta welêt ya heyî hê zêde bike. Bernameyeke wisa hat amadekirin ku wê di warê aboriya fezayê da bike dereke girîng." 

"(Bernameya Fezayê ya Neteweyî) Tenê bi meriv û pereyan ev kar nabe. Xwedîlêderketina siyasî ya herî payebilind karên bi vî rengî hêsan dike."

"(Bernameya Fezayê ya Neteweyî) Em ê him Tirkiyeyê di warê hilberînê da bikin welatekî biqîmet û him jî welatiyên xwe serfiraz bikin."

"Teknolojiyên ku em ê çêkin wê him di dîrokçeya fezayê da cî bigirin û him jî di warê aboriya fezayê da dê bibin hêzeke zehf girîng."

"(Hevkariya di warê fezayê da) Me bi 3 dewletan ra peyman îmze kiriye. Peymanên bi Pakistan û Azerbeycanê ra amade ne û hatine asta îmzekirinê."

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank: "(Monolîtê li Girê Mirazan) Henekeke xweş bû ku kelecana Bernameya Fezayê ya Neteweyî zêde kir."

"Niha 3 aşiyên me yên ku wê ceribandinên li ser însanan dest pê bikin hene. Ev aşiyên li ser bingeha înaktîf, VLP û adenovîrusê ne."

"(3 aşiyên xwemalî) Ez ji bona ceribandinê dildar im, jixwe min qeyda xwe çêkiriye. Ez dixwazim bangî hemû Tirkiyeyê jî bikim."

"(Ugur Şahîn) Dixwaze li Tirkiyeyê der barê pençeşêrê da lêkolînan bike. Ji bona avakirina navendekê hevdîtinên bi me ra didomin."

"(Ji Ugur Şahîn ra) Me pêşniyaza xwe ya ji bona hilberîna muşterek lê kir. Em ê kêfxweş bibin ku bê Tirkiyeyê û ji navenda wî ra mazûvaniyê bikin."

Daxuyaniyên Wezîr Varank li ser malpera înternetê ya AAyê (www.aa.com.tr) û li ser malpera înternetê ya AA Fînans ya "www.aafinans.com" wê bên weşandin.

Ji bilî vê daxuyaniyên wî li ser hesabê Twîtterê (@AACanli) jî wê demildest werin parvekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.