Sayim Harmancı, Orhan Sağlam, Yılmaz Kazandioğlu
20 Hezîran 2026•Rojanekirin: 20 Hezîran 2026
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu li Hekariyê beşdarî Merasima Vekirina bi Komî ya Tunela Yenikopru, Pireya Çigliyê, Pireyên Koma Zapê û Rêya Hawirdorê ya Yuksekovayê bû.
Uraloglu di axaftina xwe ya li wê derê da kêfxweşiya xwe anî ziman ku hatiye bajêr.
Wezîr Uraloglu destnîşan kir ku Hekarî bi îhtîşama çiyayên xwe, bi Golên Qeşabend ên ku li Lutkeya Çiyayê Cîloyê diçirisin û bi çanda xwe ya qedîm a ji sedê salan va diparêze, derdikeve pêş.
Uraloglu diyar kir ku ew bayê aboriyê yê ku ev projeyên stratejîk ên ku vekirina wan kirin, li ber xwe anîn avêtine dûv xwe, her wiha ew golên qeşabend, zozanên şîn û hewaya paqij a Çiyayên Cîloyê wekî mîrateyeke xweşik ji bo nifşên siberojê dihêlin.
Wezîr Uraloglu got, "Bi vîzyona me ya Sedsala Tirkiyeyê, bi polîtîkaya me ya veberhênan, hilberîn, îstixdam û îxracatê ji xwe ra dike navend, emê her qorziyeke Hekariyê pabend bi pêdiviyên vê çaxê va biguncînin."
Paşê Miftiyê Parêzgehê Huseyin Okuş dua kir û vekirina projeyê birêva çû.