Rêveberê Giştî yê ROKETSANê Murat Îkincî ragihand ku ew di nav peymankarên projeyên cûrbecûr ên qabiliyeta parastinê da ye ku dê di çarçoveya Foruma Pîşesaziya Parastinê ya NATOyê ya 2026an da werin lidarxistin.
Îkincî di parvekirina xwe ya medyaya civakî da got, "Em wekî ROKETSANê, beşdarî merasîma îmzekirina peymanên têkildarî projeyên Qabiliyetên Hêza Êrîşê, Pergalên Parastina Asîmanî û Mûşekan ên Yekgirtî, û Qabiliyetên Fezayê û Çavdêriyê bûn, ku di çarçoveya Foruma Pîşesaziya Parastinê ya NATOyê ya 2026an da em di nava peymankaran da ne."
Îkîncî diyar kir ku ev hevkarî dê şiyana parastinê ya hevbeş a Tirkiye û NATOyê xurt bike û got ku ROKETSAN dê bi teknolojiyên xwe yên pêşketî û sîstemên xwe yên astengkirinê beşdarî van projeyan bibe.
Di daxuyaniyeke ROKETSANê ya li ser hesabê medyaya civakî da wiha hat gotin, "Em ji bo parastineke bihêz, teknolojiyeke pêşketî û ewlehiya hevpar hilberînê didomînin!"