Aborî

Li Mûşê ji silqan 450 milyon lire dahat tê payîn

Li Mûşa di nav bajarên Tirkiyeyê da ji navendên girîng ên silqê yek e îsal ji 50 hezar donim erdê ku silq lê hatiye ajotin 450 milyon lire dahat bo aboriyê tê payîn

Abdullah Tel,Haydar Şahin   | 27.10.2020
Li Mûşê ji silqan 450 milyon lire dahat tê payîn

Muş

Di nav bajarên Tirkiyeyê da Mûş ji navendên girîng ên silqê yek e û îsal ji 50 hezar donim erdê ku silq lê hatiye ajotin 450 milyon lire dahat bo aboriyê tê payîn.

Cotkarên Mûşî yên li Deşta Mûşê silq ajotine dest bi berhevkirina wê kirin.

Paleyên demsalî silqan berhev dikin, li kamyon û motoran bar dikin û dişînin Şirketa Anonîm Pîşesazî ya Hilberîna Şekir a Mûşê.

Silqên tên fabrîqeyê ewilî li ser pergala bantê tên barkirin, ji wê derê derbasî beşa ku tên şûştin dibin, ji xwelî û heriyê paqij dibin û ji ser cohan digihîjin fabrîkayê.

Di fabrîkayê da silqên ku digihîjin ber makîneyên spîkirin, heşandin û presê piştî germahiyeke zêde wek şîre tên parzûnkirin.

Şîreya parzûnkirî di germahiyeke eşkere da tê krîstalîzekirin û dibe şekirê rojane yê meriv bikartîne.

Piştî hemû muameleyan şekirê ku derdikeve meydanê tijî torbeyên 50 kîloyê tên kirin û wisa tên firotin.

- "Ji bo aboriyê 450 lire dahat jê tê payîn"

Midûrê Giştî yê Şirketa Anonîm Pîşesazî ya Hilberîna Şekir a Mûşê Turgut Kizilkaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îsal li 50 hezar donim erdê silq lê ajotine wek ber 300 hezar ton silq payîn dikin.

Kizilkaya ragihand ku rêjeya şekirê silqê li herêmê tê ajotin zêde ye û li gor hesabê wan ji 300 hezar ton silqî wê bi qasî 42 hezar ton şekir temîn bikin û wiha domand: "Wekî mayîn em li bendê ne ku 11 hezar ton melas û 80 hezar ton kusbe derkeve. Ji 300 hezar ton silqa cotkarên me bînin kêmzêde 150 milyon lire dahatê were bidestxistin.150 milyonê têkeve bêrika cotkarên me. Ev jî ji bo aboriya Mûşê sîrkuasyonene baş e. Bi şekir û melasê va em texmîn dikin ku 450 milyon lire tevkariyê bidin aboriya Mûşê."

- "Me di rojekê da 5 hezar û 100 ton silq hûr kir"

Kilzilkaya destnîşan kir ku li Mûşê hezar û 500 cotkarî silq ajot, îsal karê pakêtkirina kusbeyê jî dan destpêkirin û 35 kesên din jî îstixdam kirin.

Kizilkaya got ku pakêtkirina kusbeyê ji bo cotkaran avantajeke girîng e û wiha pê da çû:

"Ji sedî 30yê kusbeya servekirî ziyan dibe. Cotkaran ji 3 paran pareke kusbeya dikirîn diavêtin ser sergo. Bi saya paketkirinê pêşî li vê ziyanê hat birîn. Me kapasîteya xwe jî zêde kir. Me di rojê da 5 hezar û 100 ton silq hûr kit û 753 ton şekir çêkir. Em kara zêdekirina veberhênana xwe dibînin. Ber kapasîteya me 3 hezar û 600 ton bû nika bi heman fabirqe û ekîpmanî va 5 hezar û 100 silqê hûr dikin. Dewama wê jî ew ê were. Li fabirqeyê 457 personel tên sîtixdamkirin. Wekî mayîn 35 kes jî li beşa pakêtkirina kusbeyê dixebitin."

- "Mûş li Rojhilatê Anadoluyê şekirê herî baş çêdike"

Ahmet Severê Midûrê Ziraetê yê Şirketa Pîşesaziya Hilberîna Şekir a Mûşê jî got li gor sîstema 24 saetan silqê dikirin.

Sever got piştgiriyê didin cotkaran û wiha axivî: "Mûş li Rojhilatê Anadoluyê şekirê herî baş çêdike. Wekî serwêsa zîraetê 5 endezyar û 11 çawîş ji ajotinê hetanî derxistinê agahiyan didin cotkarên xwe."

Abdurrahman Durmaz cotkar jî got îsal 20 dolim silq ajot û wiha pê da çû :"Em şeveqê zû hatin zeviyê û xebitîn. Silqê bi traktoran dibin fabirqeyê. Karekî gelekî bi zihmet e. Li bendê me ji dilomek erdî 5 ton silqê hildim. Em debara xwe bi silqê dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın