Emre Ilıkan
25 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2026
Li Hewzaya Gola Wanê, barana ku di zivistan û biharê da bariya ji bo hilberînerên ku par ji ber hişkayiyê zirar dîtibûn, bû hêviya bereketê.
Li hewzeya ku par yek ji demên herî hişk ên 70 salên dawî bi ser da hat, bi saya barana ku îsal têr bariya, zevî şîn bûn û çêre ji nû va zindî bûn.
Cotkarên ku ji ber hişkayiyê zirar dîtin, di warê giyayên alif û dan û dexlê da li hêviya demsaleke bi bereket in.
Li hewza ku berhevkirina giyayê dest pê kiriye, cotkar beşek ji giyayê berhevkirî ji bo alifê ajelên xwe vediqetînin, di heman demê da plan dikin ku yê mayî jî bi bihayên di navbera 100 û 150 lîreyan de bifroşin.
Hilberîner di van rojên ku ji dema dirûna dan û dexlê ra hindik maye, îsal dikin armanc ku him alifê ajelên xwe dabîn bikin û him jî dahatê bi dest bixin.
Deqanê Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil Wanê Prof. Dr. Murat Tunçturk ji nuçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku çêre ji bo ajeldariya herêmî gelekî giring e.
Tunçturk em dibînin ku li Wanê bi qasî 3.5 milyon pez û 150 hezar dewar hene û ajel hîn jî li çêreyên bilind diçêrin û giya tên birîn.
Serokê Odeya Çandiniyê ya Gurpınarê Faruk Şamiloglu destnîşan kir ku li Gurpınara ku ji hêla rûberê va yek ji navçeyên herî mezin ên Tirkiyeyê ye, çandinî û xwedîkirina ajelan berbelav e.
Halis Yogunê ku li taxa Parmakkapiyê ya navçeya Gurpınarê cotkariyê dike, jî diyar kir ku ew ji ber barana îsal kêfxweş in.