Aborî

Li Diyarbekirê bi rêbaza nû kifşa neftê

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Fatîh Donmez: "Di qada me ya 'Mermer-1' a li Diyarbekirê da 3 hezar û 500 mêtro binê erdê hat derizandin û di dîroka nefta Tirkiyeyê da cara ewil bi vê rêbazê lêkolîna neftê hat kirin."

Türkan Tosun   | 21.03.2019
Li Diyarbekirê bi rêbaza nû kifşa neftê

Siirt

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Fatîh Donmez got: "Di qada me ya 'Mermer-1' a li Diyarbekirê da 3 hezar û 500 mêtro binê erdê hat derizandin û di dîroka nefta Tirkiyeyê da cara ewil bi vê rêbazê lêkolîna neftê hat kirin."

Donmezê ku ji bo hin hevdîtinan hat Sêrtê di saloneke dewatê da bi karsaz û rûspiyên bajêr va hat bal hevdu.

- "Di dîroka nefta Tirkiyeyê da cara ewil bi vê rêbazê lêkolîna neftê hat kirin"

Wezîr Donmez li wir axivî û wiha got: "Li qada me ya 'Mermer-1' a li Diyarbekirê 3 hezar û 500 mêtro binê erdê hat derizandin. Di dîroka nefta Tirkiyeyê da cara ewil bi vê rêbazê lêkolîna neftê hat kirin. Li dinyayê di salên dawîn da ev rêbaza hilberînê ya bi hîdrolîkê erd tê qelişandin û hilberîna hîdrokarbonê tê kirin bilez belav dibe. Di nav welatên ku vî karî dikin da êdî Tirkiye jî heye. Nefta di çaviyên zinaran da asê mane êdî wê bi vî awayî bê derxistin."

- "Qada 'Mermer-1' wê bibe qada me ya serkêş"

Donmez wiha dewam kir: "Bîra me ya 3 hezar 700 mêtro kûr a rojê 200 warêl hilbêrînê bike wê bibe bîra me ya herî kûr a bi vê kurahiyê va hilberînê dike. Nefta ku me li qadê dît ji hêla qalîteyê va jî li dinyayê li gor standardan biqîmet e. Înşallah emê 5, 26 milyon warêl rezerwa li qadê li ser aboriya welêt zêde bikin. Qada 'Mermer-1' wê bibe qada me ya serkêş. Armanca me di 50 bîrên din da jî derizandin e."

Donmez behsa bîra 'Hançerlî-5'ê ya li Diyarbekirê kir û got li wir jî nû kifş hatiye kirin û wiha axivî: "Bi vê bîra me ya nû ya li Hançerliyê va me hilberîna xwe ya rojane 9 qat zêde kir û ji 910 warîlê derbastir kir. Qada me ya xwedî nefteke biqalîte ye bi 6 milyon warêl va ji bo çavkaniya welêt wê bibe çavkaniyeke girîng."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.