Aborî

Li Îdirê berhevkirina mişmişan dest pê kir

Hüseyin Yıldız   | 16.06.2021
Li Îdirê berhevkirina mişmişan dest pê kir

Iğdır

 Li bajarê Îdirê ya li Tirkiyeyê ji hêla çandiniya mişmişan va di nav bajarên herî girîng da cih digire, berhevkirina mişmişan dest pê kir.

Îdir ji ber erdnîgarî û avûhewaya xwe wek "Çukurovaya Rojhilatê" tê binavkirin û li bajêr her sal qasî 40 ton mişmiş tê berhevkirin.

Mişmişê tê berhevkirin ji hêla tucaran va tê kirîn û firotin, ji bilî li çar aliyê Tirkiyeyê li Rûsya, Gurcistan, Ukrayna û Azerbeycanê jî belav dibe.

Kîloya mişmişan li baxçeyên tên berhevkirin heta 10 lireyan tê firotin û ji bo cotkarên herêmê dibe aboriyeke baş.

- "Em bendê ne ku îsal 35 hezar ton mişmiş bê berhevkirin"

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Îdirê Ozkan Yolcu ji nûçegihaê AAyê ra daxuyand dema dibêjin Îdir mişmiş tê bîra mirovan.

Yolcu wiha axivî: "Îsal em bendê ne ku 35 hezar ton mişmiş bê berhevkirin. Her sal ev rêje zêde dibe. Zehmetiya herî mezin ew e ku biharê hişkî çêbibe, wekî din kêmasî çênabe. Li gor par hinek rekolte kêm bû. Ji ber ku germahiya di navbera şev û rojê zêde ye kêmasî çêbû. Ya rast em bendê bûn îsal 40 tonî zêdetir bê berhevkirin, lê wê kêm be. Rekolte kêm bibe jî pereyê ku wê bikeve destê cotkarên me wê kêm nebe. Dema tiştek kêm be bihayê wê jî zêde dibe."

Yolcu anî ziman mişmiş him li hundirê welêt û him jî dervayî welêt tê firotan û wiha dewam kir: "Bi îxracata mişmişên ter yên ji bo Rûsya, Gurcistan, Ukrayna û Azerbeycanê xêra bajarê me digîhîje aboriya Tirkiyeyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın