Aborî

"Jimara turîstên tên Tirkiyeyê îsal ji sedî 24 zêde bû"

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy: "Jimara turîstên tên Tirkiyeyê îsal ji sedî 24 zêde bû"

Fatih Gazioğlu   | 15.05.2019
"Jimara turîstên tên Tirkiyeyê îsal ji sedî 24 zêde bû"

Ankara

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy got ku jimara turîstên ku tên Tirkiyeyê di meha nîsanê da ji sedî 24 zêde bû.

Der barê mijarê da ji Wezareta Çand û Turîzmê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.

Li gor daxuyaniyê Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy got ku jimara turîstên tên Tirkiyeyê di meha nîsanê da ji sedî 24 zêde bûye û ev zanyarî hat parvekirin: "Herî zêde turîst ji sedî 48an va ji Almanyayê tên. Piştî Almanyayê ji sedî 34an va welatiyên Rûsyayê, ji sedî 31ê jî welatiyên Îngiltereyê Tirkiyeyê ziyaret dikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın