Aborî

Ji Başûrê Rojhilat amûran îxracî 192 welatan dikin

Ji sedî 45ê tevahiya îxracatê çû Rojhilata Navîn. Bi 2 milyar û 4 milyon dolarî amûr îxracî Iraqê kirin

Haydar Şahin   | 08.11.2019
Ji Başûrê Rojhilat amûran îxracî 192 welatan dikin

Gaziantep

Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di 10 mehên ewil ên îsal da bi 7 milyar û 402 milyon dolarî amûr îxracî 192 welatên li 7 parzemînan kir.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji daneyên Yekîtiya Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAÎB) berhev kir, reqemên îxracata Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bo aboriya herêmê bû çavkaniyeke girîng.

Karsazên li herêmê di 10 mehên ewil ên salê da bi 7 milyar û 402 milyon dolarî amûr îxrac kirin.

Karsazên li herêmê li gor heman heyama par ji sedî 6,1 mezin bûn û di cotmehê da bi 864 milyon û 796 hezar dolarî amûr îxrac kirin. Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di cotmehê da îxracat ji sedî 7,5 zêde bû. Par ji herêmê amûr îxracî 190 welatên li 7 parzemînan kiribûn û îsal di çarçoveya bazarên teze da 2 welatên din jî lê zêde bûn.

- Herî zêde xalîçe hatin firotin

Di nav amûrên hatin îxravkirin da ji sedî 18,6an va xalîçe derketin pêşiyê. Bi xalîçeyan milyarek û 379 milyon dolar dahat hat qezenckirin. Li gor par firotina xalîçeyan kêmzêde ji sedî 12 zêde bû.

- Welatê herî zêde amûr kirî: Iraq

Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ya amûran îxracî 7 parzemînan dike herî zêde amûr firotin welatên li Rojhilata Navîn.

Ji sedî 45ê tevahiyê îxracatê çû Rojhilata Navîn.

Di 10 mehên vê salê da bi 2 milyar û 4 milyon dolarî amûr îxracî Iraqê kirin. Karsazan ji sedî 17,1 îxracatê şandin Iraqê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.