Hüseyin Demirci
01 Tebax 2026•Rojanekirin: 01 Tebax 2026
Bi dirûna cisnê genimê xwemalî "Taner" ku bi piştgiriya Wezareta Çandinî û Daristanê li Qersê hatibû çandin, armanc ew e ku berhemeke zêde were bidestxistin.
Ji berhema ku li qada pêşandanê ya li gundê Bayraktarê tê komkirin, tê pêşbînîkirin ku di her deqarekê da di navbera 500 û 550 kîlogramî da berhem were bidestxistin.
Hat dîtin ku cisnê genimê Tanerê li hemberî avûhewa û pêkhateya axa herêmê baş li hev hat.
Rêveberê Çandinî û Daristanê yê Qersê Enver Aydin ji rojnamevanan ra got ku encamên destpêkê yên dirûna bi bîçeran li gundê Bayraktarê hêvîdar bûne.
Aydin diyar kir ku li Qersê li ser qadeke nêzîkî 270 hezar hektarî çandiniya berhemên zeviyan tê kirin û got: "Çandiniya genim zêdetirî 230 hezar hektar ji vê qadê pêk tîne. Li vî bajarê ku xwedîkirina heywanan lê berfireh e, ligel cisnên ku ji bo xwarina heywanan tên çandin, hilberîna genimê nan jî xwedî cihekî girîng e."