Aborî

Endezyarê Îranî li Wanê seba wesayîtan tupa xaza siruştî çêdike

Endezyarê Îranî Mehdî Fîrûzî di bin banê Teknokenta Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê da 17 milyon lire xerc kir û fabirqe vekir û di fabirqeyê da seba wesayîtan tupa xaza siruştî çêdike

İbrahim Atmaca   | 11.09.2019
Endezyarê Îranî li Wanê seba wesayîtan tupa xaza siruştî çêdike

Van

Endezyarê Îranî Mehdî Fîrûzî di bin banê Teknokenta Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê da 17 milyon lire xerc kir û fabirqe vekir û di fabirqeyê da seba wesayîtan tupa xaza siruştî çêdike.

Fîrûziyê endezyarê Îranî par seba AR-GEyê serî li Teknokenta zanîngehê xist û piştî ku serlêdana wî hat qebûlkirin, dest bi çêkirina fabirqeyê kir û kuta kir.

Fabirqe li ser qadeke çar hezar mêtreqareyî hatiye çêkirin, Fîrûzî seba fabirqeyê ji Almanyayê cîhazên teknolojiya dawîn anî û bi 20 endezyarên perwerdekirî ra dest bi çêkirina tupan kir.

Di fabirqeyê da tupên wesayîtan yên xaza siruştî wê bi alavên kompozît werin çêkirin.

Di fabirqeyê da 150 kes wê werin îstixdamkirin.

Fîrûzî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Tirkiye ji aliyê çavkaniyên siruştî va ji welatên herî dewlemend yek e, wî ev firsend dît û li Wanê biryara veberhênanê da.

Fîrûzî diyar kir, bi derfetên ku Teknokentê da wî va, wî li kampusa zanîngehê seba 20 salî erd kirê kir û li ser fabirqe ava kir. Fîrûzî wiha dewam kir:"Me hemû makîneyên xwe ji Almanyayê anîn. Bi van makîneyan va li Amerîka, Japonya û Kanadayê jî karên mîna vî karî tê kirin. Me teknolojiya ku di balafir û keştiyên binbehr da tê xebitandin anî. Bi tevahî me bihayê 17 milyon lireyî veberhênan kir. Hê xebatên me dewam dikin."

Fîrûzî diyar kir ku fabirqe wê piştgiriyeke girîng bide îstixdama bajêr û wiha dewam kir:"Di fabirqeya me di ji bo destpêkê 150 kes wê werin îstixdamkirin. Heke em bikaribin piştgiriyê hildin û karê xwe mezin bikin, armanca me ew e ku em kar bidin 400 kesan. Em tupên bihilemegur çêdikin. Heta niha li hemû dinyayê tup ji pola dihatin çêkirin. Ji ber ku ev giran in, mesrefa wan a birin û anînê jî zêde ye. Ji ber vê yekê me li Almanyayê patentek çêkir. Me ji sedî sed bi alavên kompozît tup çêkirin. Tupeke pola 120 kîlo tê, lê me bi alavên xebitandin va ev daxist 22 kîloyî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.