Aborî

"Di Kampanyaya Em Têra Xwe Dikin Tirkiyeya Min da li 1,2 milyon malbatên hewcedar alîkarî hat belavkirin"

Nihat Kavşut   | 01.08.2020
"Di Kampanyaya Em Têra Xwe Dikin Tirkiyeya Min da li 1,2 milyon malbatên hewcedar alîkarî hat belavkirin"

Ankara

 Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zekra Zumrut Selçuk: "Ji 2 milyar TLyê ku di Kampanyaya Em Têra Xwe Dikin Tirkiyeya Min da hat komkirin serê malê hezar TL li 1,2 milyon malbatên hewcedar hat belavkirin."

Selçukê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir di Kampanyaya Em Têra Xwe Dikin Tirkiyeya Min da heta niha ji 2 milyarî zêdetir bexiş hatiye komkirin û wiha goy: "Ji 2 milyar TLyê ku di Kampanyaya Em Têra Xwe Dikin Tirkiyeya Min da hat komkirin serê malê hezar TL li 1,2 milyon malbatên hewcedar hat belavkirin."

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Selçukê destnîşan kir di çarçoveya Mertalê Parastina Civakî da alîkarî û destekên ku dane nêzî 30 milyar lireyî ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.