Hümeyra Ayaz
01 Tebax 2026•Rojanekirin: 01 Tebax 2026
Di navbera Tirkiye û Iraqê da bi mebesta bikaranîna Xeta Boriya Nefta Xav a Iraq-Tirkiyeyê, bi qebareya rojane 750 hezar bermîl, peymaneke 1 salî hat îmzekirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar li Wezaretê digel Wezîrê Neftê yê Iraqê Basim Mihemed Xuzeyr û heyeta pê ra civiya.
Piştî civînê di navbera Şîrketa Anonîm ya Xetên Broriyan û Veguhastina Neftê (BOTAŞ) û Şîrketa Bazarkirina Neftê ya Iraqê (SOMO) û North Oil Company (NOC) da "Peymana Veguhestina Nefta Xav" hat îmzakirin.
Peyman ji aliyê Rêveberê Giştî yê BOTAŞ'ê Abdulvahit Fîdan, Rêveberê Giştî yê SOMOyê Elî Nizar Şatirî û Rêveberê Giştî yê NOCê Feysel Hemmadî Remadan va hat îmzekirin.
Xebat li ser peymaneke nû ya demdirêj ji bo boriya nefta xav a Iraq-Tirkiyeyê, ku nêzîkî nîv sedsalekê ye wekî korîdoreke enerjiyê ya stratejîk di navbera her du welatan da xizmet kiriye, didomin. Peymana ku hat îmzakirin qebareyeke bi qasî rojane 750 hezar bermîl vedihewîne.
Bayraktarê ku di daxuyaniyê da cih bo nirxandinên wî hat dayin, destnîşan kir ku gavên piştî hevdîtina di navbera Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî da hatin avêtin, di warê hevkariya enerjiyê da xwedî giringiyeke dîrokî ne.