Aborî

Çîlekê Yayladaxiyê dê îxracî Rûsyayê bikin

Li Yayladaxiyê çîlekên ku bi piştgiriya dewlêtê tê danîn û herwiha bi mezinbûn, emrê refê û aromaya xwe va bijare ye, ji bo ku ji Rûsyayê ra bên îxrackirin hatin berhevkirin

Önder Beyter   | 14.05.2019
Çîlekê Yayladaxiyê dê îxracî Rûsyayê bikin

Hatay

Li Yayladaxiya navçeya Hatayê çîlekên ku bi piştgiriya qaymeqamtiyê tê danîn û herwiha bi mezinbûn, emrê refê û aromaya xwe va bijare ye hatin berhevkirin da ku bo Rûsyayê bên îxrackirin.

Çîlekên ku li navçeyê sala 2011an di kordîneya Qaymeqamtiya Yayladaxiyê da li ser 10 dekar erdî hatin danîn û îsal ev erd derektiye hezar dekarî, ji bo ji dervayî welêt ra bên şandin hatin berhevkirin.

30 ton çîlekê ku di qonaxa ewil da hatin qetandin, ji bo ku ber bi Rûsyayê were şandin, bi rêkûpêk di sandoqan da hatin bicihkirin.

Hat ragihandin ku tê çaverêkirin ku îsal dê 4 hezar ton çîlekê Yayladaxiyê were berhevkirin û herwisa piştî Rûsyayê jî dê ji bo Romanyayê were şandin.

Waliyê Hatayê Rahmi Dogan ku beşdarî merasima berhevkirinê bû, der heqê ber û berhemê da ji Qaymeqamê Yayladaxiyê Omer Faruk Yuce û cotkaran agahî wergirt.

Doganê ku li zeviyên çîlekan geriya, ligel hilberîneran çîlek berhev kirin û dû ra çû teseliya embara hewaya cemidî ku ji bo îxracatê hatiye avakirin.

Dogan li vê derê di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku çîlek hem ji bo gelê herêmê û hem jî ji bo Tirkmenên Bayirbucakê bûye deriyê nan.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Ergun Çolakoglu û Seroê Jûra Ziraetê ya Yayladaxiyê Mehmet Ali Balli jî beşdarî merasima berhevkirinê bûn.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın