Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Ukrayna: Ji artêşa Rûsyayê heta niha 28 hezar û 700 esker hatine kuştin

Davit Kachkachishvili   | 20.05.2022
Ukrayna: Ji artêşa Rûsyayê heta niha 28 hezar û 700 esker hatine kuştin

Kiev

 Sererkaniya Ukraynayê ragihand ku artêşa Rûsyayê heta niha 28 hezar û 700 esker, 204 balafir, 168 firoke û hezar û 263 tankên xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya Serekaniya Ukraynayê da hat diyarkirin di 24 saetên dawîn da 200 eskerên Rûsyayê hatine kuştin.

Sererkaniya Ukraynayê diyar kir di navbera 24ê Sibatê û 20ê Gulanê da ji artêşa Rûsyayê 28 hezar û 700 esker hatine kuştin û Rûsyayê 204 balafir, 168 firoke, hezar û 263 tank, 3 hezar û 90 wesaîtên bizirx, 596 top, 200 rokêtavêj û 93 pergalên xwe yên parastina asîmanî ji dest daye.

Hat diyarkirin ji artêşa Rûsyayê 2 hezar û 162 wesaît, 13 keştî û kelek û 460 wesaîtên asîmanî yên bimirov hatine îmhekirin û 103 moşekên seyîrê hatine berterefkirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 25ê Adarê da destnîşan kiribû ku li Ukraynayê hezar û 351 eskerên Rûsyayê hatine kuştin.

- Di êrîşên Rûsyayê yên li Ukraynayê da 231 zarok hatine kuştin

Hat ragihandin di êrîşên Rûsyayê yên li Ukraynayê da 427 zarok birîndar bûne û 231 zarok jî hatine kuştin.

Serdozgeriya Komarê ya Ukraynayê daxuyanî da û ragihandi ku di bombebarandina artêşa Ûris da hezar û 837 saziyên perwerdehiyê yên li welêt zirar dîtine û 172yê wan bi tevahî hilweşiyane.

Di daxuyaniyê da hat gotin ji 24ê Sibatê ku êrîşên Rûsyayê dest pê kirin heta niha 427 zarok birîndar bûne û 231 zarok jî hatine kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın