Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Ukrayna: Ji artêşa Rûsyayê heta niha 28 hezar û 500 esker hatine kuştin

Ruslan Rehimov   | 19.05.2022
Ukrayna: Ji artêşa Rûsyayê heta niha 28 hezar û 500 esker hatine kuştin

Kiev

Sererkaniya Ukraynayê ragihand ku artêşa Rûsyayê heta niha 28 hezar û 500 esker, 203 balafir, 167 firoke û hezar û 254 tankên xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya Serkaniya Ukraynayê da hat diyarkirin di 24 saetên dawîn da 200 eskerên Rûsyayê hatine kuştin.

Sererkaniya Ukraynayê diyar kir di navbera 24ê Sibatê û 19ê Gulanê da ji artêşa Rûsyayê 28 hezar û 500 esker hatine kuştin û Rûsyayê 203 balafir, 167 firoke, hezar û 254 tank, 3 hezar û 63 wesaîtên bizirx, 595 top, 199 rokêtavêj û 93 pergalên xwe yên parastina asîmanî ji dest daye.

Hat diyarkirin ji artêşa Rûsyayê 2 hezar û 157 wesaît, 13 keştî û kelek û 455 wesaîtên asîmanî yên bimoriv hatine îmhekirin û 103 moşekên seyîrê hatine berterefkirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 25ê Adarê da destnîşan kiribû ku li Ukraynayê hezar û 351 eskerên Rûsyayê hatine kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın