Çand û huner, archive

"Bûyera ronahiyê" ya li Sîîrtê gel cezb kir

Mekanîzmayeke ronahiyê ya ku ji hêla Hezret Îbrahîm Hakki ve 250 salan berê li ser tirba Hezret Îsmaîl Fekîrullah hatiye amadekirin, bi beşdarbûna wezîran ve hat temaşekirin.

23.09.2013 - Rojanekırın : 23.09.2013
"Bûyera ronahiyê" ya li Sîîrtê gel cezb kir

SÎÎRT

Hezret Îbrahîm Hakki 250 salan berê mekanîzmayeke ronahiyê amade kir ku ronahiyên tavê yên ewil li ser tirba Hezret Îsmaîl Fekîrullah şewq vede. Ev bûyer bi beşdarbûna wezîran ve hat temaşekirin.

Walitiya Sêrtê ev çalakî li dar xist û piştî nimêja sibê li navçeya Tîlloyê welatiyên ji çar aliyên welêt hatine li ser ekrana mezin bisînevîzyonê şewq vedana ronahiyê temaşe kirin.

Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz, Wezirê Çandinî û Ajaldariyê Mehdî Eker, Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek, Alikarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Sûleyman Soylu û Walî Ahmet Aydin beşdarbûn û bûyera ronahiyê temaşe kirin.

Piştî bûyerê Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev mekaznîzma bi salan e hatiye temaşekirin lê paşê xirab bûye û wiha got: "Demekê herêm ji vê bêpar ma. Piştî vê, par tîmekê bi xebatekê ev mekanîzme nû kir. Em tîmê pîroz dikin. Ev bûyer nîşan dide ku di dîroka me de, şaristana me de qedrê îlmê, aliman, melayan û mamosteyan hebûye, me şahidiya vê kir."

Evîn, îlm û teknolojî...

Wezirê Çandinî û Ajaldariyê Mehdî Eker jî wiha got: "Hezret Îbrahîm Hakki bi eşqa xwe ya wekî ku şair dibêje 'Di singê xwe de evînê ne wek kulîlkan, wek guleyê veşartiye' ve, îlm û teknolojî pêşve biriye û ev tişt kiriye. Lê mixabin paşê şîfreyên vê şaristaniyê hatine windakirin û ev der xirab bûye. Qaşo gotine em nûbikin, lê xirab kirine . Lê îro wekî berê hatiye çêkirin. Ev ji bo dîroka îlmê pir girîng û watedar e. Evîn, îlm û teknolojî ango tetbîqkirin."

Wezîrê Maliyeyê Mehmet Şîmşek jî diyar kir ku ayeta Qur'anê ya yekem "bixwîne" ye û got ku şaristaniya îslamê alikariya zanistê kiriye.

Li Tîlloyê di sala 1734an de dema ku Îsmaîl Fekîrullah wefat dike, şagirtê wî Hezret Îbrahîm Hakki xemgîn dibe, dibêje 'Ez ê vê tava ku li ber serê mamosteyê min şewq nede çi lê bikim' û li ser tirba wî mekanîzmayeke ronahiyê ava dike. Bi saya vê mekanîzmayê her sal di 21ê Adarê û 23ê Îlonê de şewqa tavê li ser tirba wî dide. Di sala 1960an de di xebatên nûkirinê de ev mekanîzma xirab bû lê di sala 2011an de zanyarên ji zanîngehan li ser xebitîn û niha ev bûyer dîsa tê temaşekirin.

 

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın