Dinya, archive

Îdiayên derbarê teqîna li Erbîlê

Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) daxuyand: "Teqînên li Erbîlê ji aliyê Dewleta Îslamî ya Iraq Şamê ve hatin kirin."

08.10.2013 - Rojanekırın : 08.10.2013
Îdiayên derbarê teqîna li Erbîlê

ERBÎL

Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HIKF) der barê teqîna li Iraqê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Teqînên li Erbîlê ji aliyê Dewleta Îslamî ya Iraq Şamê (DÎIŞ) ve hatiye kirin."

Hat daxuyandin ku piştî teqînê lêkolîn hatine kirin û kesên gumanbar hatine binçavkirin. Li gor îdiayan ev gumanbar endamên Dewleta Îslamî ya Iraq Şamê ne û dê agahiyên berfireh di pêşerojê de bi qamuyê re bên parvekirin.

Di êrîşa bombeyî ya avahiya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê ya 29ê îlonê li Erbîlê qewimî de 7 wezîfedarên ewlehiyê, 6 çalakdarên xwekujer miribûn û 50 kes jî birîndar bûbûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın